Henîn El-Sayed – Idlib – horrya Press:
“Min çi kes nîne ji bilî Xwedê” hevoka dawiyê ji gotinên hejî “Tirkiya” ya heftî salî, hevoka tejî êş û belengazî, tevî vederiya wê û reşbûna li serde hatî bi çûna çavên wê piştî mirina mêrê wê berya bîst salên borî de.
Hejî “Tirkiya” rojên xwe bi tenê li ser çiyayê gundê “Um Nîr” li başûrê Idlibê di jorekî piçûk de di borîne, bê zarok û bê kes, ku ji bo wê zarok çênebûn da alîkariya wê bikin û bibin hogir di rojên wê yên mayîn ji temenê wê de.
Hejî nexweşa êşa çavan e, û pêdiviya wê bi çandina honey heye, lê wê buhayê nexweşiya xwe nîne û çi awayekî jiyanê li cem wê peyde nabe, di heman demê li ser xêrên xelkê dijî, yan jî bi şiyanên li cem mayî xwarinê çêdike bi alîkariy cîranên xwe yên ku tên seredana wê yan jî dema ew bizavê dide xwe û diçe li cem wan da hindekî vederiya xwe ji bîr bike.
Ji mala Xwe ya hew dengê wê di nîyase derdikeve, bi kopalê xwe re digire, da ku nexweşiya rê derbas bike bi alîkariya her du lingên xwe yên hew dikarin bi rê ve biçin.
Di wê mala piçûk ya çend mitir tê de kêmtirîn pêdivîyên ku mirov piwîste da bikare berdewam bibe di jiyana xwe de, li ser dîwarên wê nexşên sarbûn û vederîyê dibînî, di nîvê de sopeyekî kevnare heye ya ku rojekî malê gerim dike û çendê Rojan sar dike, ne sutemenî heye û ne pare hene da bikire.
Her roj hejî Tirkiya beramber mala xwe rûne dema roj “tav” hebe, li benda hatina kesekî da ronahiyê li her du çavên wê bizivrîne, û rojên wê yên reş û tarî ronahî bike.
Sorry Comments are closed