Xwepêşandan li bakurê Sûriyê ji bo Piştgiriya “Cenevre” û rûxandina “Astana” derketin

فريق التحرير7 سبتمبر 2019آخر تحديث :
Aliyek ji xwepêşandanên ku xelkê bajarê Sermeda li bakurê Idlibê derketîn – horrya press

:Idlib- horrya press

Bi hezaran welatiyên Sûrî, roja Înê, derketin xwepêşandanan li çend bajar û bajarokên gundewarê Idlibê, ji bo piştgiriya biryarên “cenever” û ji bo şermezarkirina êrîşan li ser Idlibê û bê dengiya navnetewî ji aliyê komkujiyên hêzên Esed ve.

Li gorî nûçegehanê horrya press, bi hezaran welatiyên Sûrî vê Înê derketin xwepêşandanên ku bi navê “no ji bo Sotşî belê ji bo qanûna navneteweyî” hatî kirin, li çend bajar û bajarokên Idlib, Mearet El-numan, Kellî, Binş, Seqolîn, Sermeda û Kafrtexarîm.

Xwepêşanderan bang li rûxandina rêjîmê kirin, û bang li netewên Yekbûyî û Tirkiya kirin ji bo parastina sivîlan li Idlibê ji zilma Esed û zordariya Rûsyayê, û ji bo vekirina sinoran ji sivîlan re.

Her wiha bi sedan welatiyên Sûrî berê xwe dan deriyê Bab El-hewa ji bo xwepêşandanan, di dema ku Artêşa Tirkiyayê bi hêz li cem sinorê Atma û Bab El-hewa belavbûn, ji tirsa ketina xwepêşanderan di erdên Tirkiyayê de.

Firakisyonên ku li ber dergehê Bab El-hewa sekinîn deriyê sinor bi hêz girtin, her wiha “desteya tehrîr El-Şam” hemû rêkên ku digihên dergehî li pişiya xwepêşanderan girt.

Tê zanîn ku ev xwepêşandan ji bo daxwaza çalakvanên Sûrî ji xelkê Idlibê ji bo daxwazkirina rawestandina agir û rûxandina rêjîmê û rawestandina “desteya Tehrîr El-şam”.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل