Bi jimaran: xisaretên mezin di nav hêzên Esed li çengên Idlib û Hama û Laziqiyê

فريق التحرير3 سبتمبر 2019آخر تحديث :
Hilweşandina Tankekê T72 yên hêzên Esed li ser eniyên gundewarê rojavayê Hamayê- eniya Niştîmanî a rêzgarkirinê- Arşîv

:Horrya press

Riya têkeftina artêş û milîsên Esed di Xan Şêxonê de ne xemlandîbû bi gulan, lê tê gotin ku xisaretên ketîn di nav wan de dema şerê dawî li Idlib û Hama û Laziqiyê mezintirîn xisaret bûn.

Tîma çavdêriya “Horrya press” bi riya dîvçûnan li ser vîdyoyên bawer ji oprasiyonên şoreşgeran li ser eniyên şer, her wiha bi riya dûvçûnan li ser malperên alîgir ji rêjîma Esed re, Karîn hijmara xisaretên Artêşa Esed bidin xuyakirin, bi rastî serjimar cihê behtandinê bû.

Serjimar tekez dike, ku di dema şerê dawî de ya ku rêjîma Esed di meha Nîsanê dest pêkirî û ta dema ku şer rawestandî, roja şembiyê, zêdetir ji 2000 endamên Esed hatin kuştin, piraniya wan ji hêzên El-Nuxbabûn, di nav wan de 64 efser jî hebûn, her wiha şoreşgeran Karin zêdetir ji 10 endamên Esed dîl bikin.

Li gorî serjmarê, zêdetir ji 2600 birîndar jî ji hêzên Esed hebûn, û nexweşiyên parêzgehên Hama û Tertos û Laziqiyê pêşwaziya hijmara herî mezin kirin.

Li ser çek û alavan; şoreşgeran Karîn gelek alavên hêzên Esed xirabikin: 56 Tank, û 23 otombîl, û 9 makîneyên bi hêz, 3 Topên giran, 7 Topên dûrhavêj, 3 otombîlên Şîlka, û zêdetir ji 24 otombîlên çûn û hatinê, û 8 otombîlên pîkab .

Li gorî tîmên çavdêriya Horrya press, firakisyonên oprasiyonê karîn 3 balafirên sehkirinê bînin xwar, û balafirekî şer ji cura Sîxoyî 22 li bajarokê El-temaina.

Her wiha zêdetir ji du hezar sivîl hatin kuştin, tevî ku zêdetir ji du hezaran birîndarbûn, û millionek kes ji malên xwe derketin ji gundewarên Hama û Idlibê, tê zanîn ku şoreşgeran jî bi sedan kuştî dan, ji ber bombebaranên giran ji aliyê balafirên Esed û milîsên alîgir û balafirên zordariya Rûsyayê.

Hilweşandina Tankekê hêzên Esed li ser eniya El-sexir li bakurê Hamayê bi riya mûşekekî raste rast, roja duşemê, 6 /gulana 2019
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل