Xwepêşanderên hêrs deriyê Bab El-hewa û Atma dûrpêçkirin û êrîşên Idlibê şermezarkirin

فريق التحرير30 أغسطس 2019آخر تحديث :
Resmekî belavkirî yê xwepêşanderan li deriyê Bab El-hewa bi sinorî Tirkiyayê re.

:Idlib – horrya press

Hijmarek mezin ji xwepêşanderên hêrs ji sivîlên Sûrî, roja Înê, deriyê Bab El-hewa û Atma dûrpêçkirin, piştî xwepêşandanên mezin ji bo fiçarê li ser Tirkiyayê bike, ji bo vekirina sinoran û rêzgarkirina sivîlan ji êrîşan li Idlibê.

Nûçegehanê horrya press diyar kir, ku bi hezaran xwepêşanderan berê xwe ji Idlibê dan deriyê Bab El-hewa û Atma li ser sinorê Tirkiyê, ji bo şermezarkirina bêdengiya Tirkiyê û Netewên Yekbûyî, û ji bo daxwazkirina rawestandina agirî li ser Idlibê, û vekirina sinorî ji bo sivîlan.

Her wiha peyamnêrê me berdewam kir, ku aliyê Tirkiyayê bi bombeyên Gaza herkandina giriyan li ser xwepêşanderên li cem derî, ku di encamê de barduxên xenqandinê di nav wan de rûdan.

Artêşa Tirkiyayê hêzên xwe zêdekirin, û otombîl û tankên leşkerî anîn, ji tirsa ku pevçûn di navbera wan de rû bide.

Ji aliyê xwe ve, desteya Tehrîr El-Şam “eniya Elnusra”, hêzên xwe amadekirin ji bo hewldanên kontrolkirina xwepêşandanê.

Ev xwepêşandan ji bo daxwaz û çalakiyên sivîlan hatin encamdan li hemû deverên rêzgarkirî, û deriyên sinorî ji bo rawestandina oprasiyonên leşkerî û êrîşên hovane ji aliyê hêzên Esed û zordariya Rûsyayê ve.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل