Helbestvaneka kurd pirtûkek bi navê “Goristana zindiyan” lidarxist

فريق التحرير18 يوليو 2019آخر تحديث :

Samya lawand – Horrya press:

Helbestvana kurd “Amîra Mistefa” keça bajarê Kobanê yekim Pirtûka xwe ya bi navê “Gorisitana zindiyan” lidarxist, û ev Pirtûk li bajarê Qamîşlo li çapxaneya Mîran

hatiye çapkirin, û jimara helbestên wê pêncî û çarin.

Di vê Pirtûkê de hebestvan Amîra behsî zindiyan û êş û azarên wan di girtîgehan de bi şêweyekî xemgîn û dilsoj dike, da ku ev Pirtûk bibe zimanê birînên wan.

“Amîra Mistefa” di derbarê lidarxistina vê Pirtûkê de, ji bo horrya press axivî û got :”Berhema min a yekim bi navê Gorisitan zindiyan sotina hestên mirovan tîne ziman, her helbestek têde hilkehila êşekê ye dengvedana birînekê ye di na rûpelên wê de gaziyên nenas tên daliqandin her wiha û her tîpek dermanê êşke bê dawiyê, her peyvek sersaxiyeke ji zindiyan re û lêborîneke ji mirîn re”.

Her wiha Amîra di heman demê de axavtina xwe berdewam kir :” berhema min li paytexta dil Qamîşlo li çapxaneya Mîran

hate çapkirin jimara helbestên wê pêncî û çarin, hemî helbestên wê ji derbarê birînên me dernakevin dengvandan tîpên wê li gorî êşên me ne ji win dizanin êşa pirînê gava ku di kaniya dilê me de dixulxulin hest disinjirin dibin helbest dibin awaz dibin çîrok ji dil derdikevin bi germî vedigerin dil bi germ bûneke diha, lê herkesî hestên wan gorî êşên wan diherikin ew em jî xwediyê êşên ji êşê êştirin ji mirinê rû reş tirin li dema ku pênûs xwuya dibê êş sivik dibin li ber hêrsa wê di dawê de dixazim bibêjim hestên we yî bi çoş wînin ziman bila egirê wêje venemre çavên peyvan maçikin bila deryaya we”.

Hebestvana ku dibêje :” êje zûha nebe bila pênûs ser netewîne û êş serî hilnedin vexe gelooo ji derya wêje wêjeya kurdî bila gewriya kurdan zûha nebe”.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل