?Çawa penaberên Sûrî remezana xwe derveyî welat bi rêve dibin

فريق التحرير7 مايو 2019آخر تحديث :
Wêneyê firoşkarê temehindî li kampa Domîz ya penaberên Sûrî li herêma kurdistanê- lens: horrya press

:Samya lawend – Horrya press

Roja yekê ji remezana pîroz destpêkir, û wate ji meha remezanê ewe ku mirovên zengîn hest bi mirovên belengaz bike, û alîkariya wan bikin çi bi rêya para be yan jî bi rêya xwarinê be, û xweşiya remezanê jî ewe ku rojîgir li welatê xwe be û di nav gelê xwe de be, ne derbeder û penaber be, ya ku zehmetîyan beramber mirovî zêdetir dike, lê gava koçberî qeder be divê pêkxwûşbûnê Peyda bikin

Bi zehzaran welatiyên Sûrî li herêma kurdistanê dimînên, û eve zêdetir ji 7 salane rojîya remezanê têde derbas dikin, hinek ji wan berev Ewropayê çûn û hijmareke kêm vegeriyan Sûriyê bi taybetî jî li herêmên kurdî ya ku bi navê “kurdistana Sûrî” tê naskirin, lê hijmara herî mezin cihê xwe li kampên herêma kurdistanê de girtin û êdî wekî malên xwe dibînin, tevî vê çendê hestê xerîbî û penabertiyê çi carî ji bîra wan naçe

Peyamnêra horrya press bi helkefta hatina remezana pîroz, nêrînên çend penaberên Sûrî wergirtin li ser xweşî û nexweşiyên rojiyê li derveyî welat, û çawa wan karî pêkvejiyaneke xweş bi edet û kultorên û kesên nû di welatekî nû de

“Emîna Hassan” yek ji penaberên Sûrî ye, li niştecîgeha varcity de dimîne, ji bo horrya press ragihand :”meha remezanê li hemû mislmanan pîroz dikim, bi rastî remezan xweşe ku li welatê xwe bî, lê wekî hemû dizanin rewşa Sûrî gelek xirabû, û belengazî jî pir zehmete li ser mirovê feqîr, li vê niştecîgehê dimînim di gel zilamê xwe, tevî ku xanî bi kêrê ne, ne wekî kampan bê beramberin çi rêxistin jî zû bi zû berê xwe nadin me, û salê carekî bi zorê alîkarî tê ji bo me”

Belê dibêjin gava tu çil rojan di nav miletekî de bimînî, tu dibî yek ji wî miletî çawa gava 8 sal bin, Nadîya Resul li kampa Domîz de dimîne, ji bo nûçegehana me diyar kir :” belê, ev heşt sal hene ku em li kampê dijîn, me ji xelkê kurdistanê çêkirina gelek cureyên xwarinê girtin, û gelek cara em ji bo malbata xwe berhev dikin, me îro xwarina îraqî ya bi navê Biryanî tê naskirin çêkirbû, û wan jî ji me gelek tişt û gelek edet ji me birin”

Ji aliyê xwe ve, firoşkar ” Ehmed Abd” amaje kir :”meha remezanê gelek xweşe li kampê piştî fitarê bi taybetî, rojîgir derdikevin piyasa dikin û dengê kenî li ser kampê dikeve, tevgera firotinê jî gelek başe û buhayî kelûpelan jî arzane, piraniya caran xelkê bajarokê Domîz û duhokê jî tên bazara kampê, lê her li welat xweştir bû”

“gava remezan dest pê dikir, û berya mela bang bike xwarin di nav taxê de diçû û dihat, li vir ev edet nînin kêm caran dibînî yek ji bo te xwarinekî tîne” ev gotinên pîrejinekî bû, di gel çavên têr ji xerîbî bûyî lê girnijîna li ser dev û lêvin wê rewşa kesên derdora wê xweştir dikir

Wek remezana Sûriyeyê, penaberên Sûrî pêşeyên xwe di gel xwe anîn kampên koçberî û derbederiyê, hişta şirîniyan çêdikin wekî Şibîyat, kinafê û marûk û temer hindî jî bi serê xwe ye, divê bi rengekî Ciwan were firotin, raste cih hatiye gihurîn lê kes ew kesin

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل