Yasser Mihemed – horrya Press:
Diyar e ku Rewş li Idlibê berev aramiya hîvîdar naçe, ya ku bawerî çêbûye ku wê rû bide di gel imzekirina “rêkeftina Soçiyê” li ser Idlibê di navbera Tirkiya û Rûsiyayê di îlona 2018’ê de, lê Rûsya bi zû xwe ji ruhê peymanê dûr kir, û bi tenê Tirkiyeyê xalên çavdêriyê li deverê belav kir, ya ku diyar wê ne karî herêmê kontrol bike yan jî topbaranên rêjîm û Rûsiyayê rawestîne, ya ku bû sedema hilweşîna aborî û civakî di gel tevgera koçberbûnê bi kêmbûna rêyan.
Ji destpêka vê salê de, rêjîma Esed û hevalbenda xwe ya Rûsî oparasyon û êrîşên xwe li dijî herêmên “kêmkirina êrîşan” li Idlib û gundewarê Hama û Helebê bi hinceta hebûna “rêxistinên terorîst”zêde kir, û di heftiya dawî de bi gera 12’ê ji gotûbêjin “Astana” êrîşên rêjîmê zêdebûn li ser Idlibê, ya ku bo egera kuştin û birîndarbûna dehan û koçberbûna hezaran.
Tîma “kordînasyona bersiva” li bakurê Sûriyeyê ,roja duşemê, ragihand ku xalên hatîn bombebaran kirin bi tenê di hefteya borî de, giheşt 20 xalan dabeşkirî li ser 9 xalan li Idlibê û 8 li gundewarê Hamayê û 3 li gundewarê Helebê.
Li gor raporta “kordînasyona bersiva” armanckirina deveran bi tank û moşekan, giheşt 199 xalan, û bi vî awayî dabeşkirin: 43 xal li Idlibê, 51 li Hamayê, 21 li Helebê û 4 li Laziqiyê.
Serjimara kuştiyan li herêmên bakurê Sûriyeyê ji 2 Sibata par ta îro, 312 kuştî : 234 li Idlibê di nav wan de 87 zarok, 68 li Hamayê di navbera wan de 16 zarok, 8 li Helebê di nav wan de sê zarok, û du kes li Laziqiyê, li gor raportê.
Bi berdewamiya êrîşên leşkerî li ser herêmên bakurê Sûriyeyê, hejmara kesên koçber li wan deveran de giheşt 300 hezar kesî ta îro, di naverasta tirsan ji zêdebûna hejmara koçberan di encama berdewamiya operasyonên leşkerî de.
Daxwazên Neteweyên Yekgirtî ji bo dûrxistina Idlibê ne bû cihê guhdariya rêjîm û hevalbenda wê Rûsiyayê, ta niha Tirkiyê çi rê ne dîtiye ji bo dûrkirina êrîşan li ser Idlibê, lê berevajî bû Rûsiyayê ( hevkara sereke di dûrxistina Peymana Idlibê) bangên êrîşên li ser herêmê û kontrol kirina rêjîmê li ser dubare kir.
Roja şemiya borî de, piştî dawiya karên “Astana 12” bi şêweyekî rasterast, serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn got, ku ew dûrnaxê ku operasyoneke leşkerî berfireh li parêzgeha Idlibê bakurê Sûriyê rû bide, lê wî destnîşan kir ku ev oprasiyon “bi kêrnabe niha “.
“Hikûmeta El-inqaz” desteya birêvebir ya “Heyet Tahrîr Şam” redkirina xwe di beşdarî an rêvebirina cemseyên Rûsî li herêma çek jê birî de li parêzgeha Idlibê ragihand, û banga li aliyên leşkerî ji bo redkirina levhatinê kir.
Li gorî daxuyaniya weşandî roja sêşemê : “Em bi weşandina hindek ji dezgehên ragihandinê û toreyên civakî û civînên siyasîyên rezîl behitîn, ji bo beşdariya vî dagirkerî di çavdêriyê herêmên çek jê birî de, em hebûn û beşdarbûna van kujeran di bin çi navî de red dikin”.
Bi girtina ku “riya Astana” gihîştîyê, James Jeffrey nûnerê taybet yê Amerîkayê ji bo Sûriyê dît, ku koma Astana ne karî “rejîma Sûriyê a şeytan” qayîl bike ku xwe bi biryara 2254 ve girê bide.
Ya diyar ta baweriya Rûsyayê jî bi encaman nayê, û bêzariya wê ji bo şikandina Idlibê bi tevahî, û dixwaze ramanên nû pêşbixe, nûnerê taybet yê serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo Sûriyê, Alexander Avrintiev, di daxuyaniyên çapemeniyê de ,roja Duşemê, got ku pêwîstî bi ramanên nû ji bo çareserkirina krîzê heye, û yek ji berdewamiya biryarên Stenbolê yên çar alî di sala borî de.
Avrintiev berdewam kir, ku : ” çareseriya pirsgirêka Sûriyê ramanên nû û cuda divin, û hin ji welatên rojava ji gav di vî warî de ne avêtine”, nîşan kir “. Rûsiya vegerandina avakirina civîna çar alî di nav bera Tirkiye, Rûsya, Fransa û Almanya de sala borî de dûr nake”.
Lê belê zêdetir ji çar milyon welatiyên sivîl li parêzgeha Idlibê û derdora wê, êdî pişta xwe bi civînên gotûbêjan gerim nakin, ji bo nekarîn şer û kuştinê rawestîne, lê ta niha hê hindeka bi kaxiz Tirkiyê re girtiye û hêviya li ser dike wekî zarbûnekî dawî di kêmkirina êşa mirinê.
Sorry Comments are closed