Romana “Bêhnekê bidin miriyan” yekemîn karê helbestvan û romannivîsê kurd Memo Qadir e

سامية لاوند21 يناير 2019آخر تحديث :

Horrya press – samya lawand:

Nivîskarên kurd salane berhemên xwe belavdikin, bi şêweyekî berdewam li ser hemû cureyên jiyanê û bi hemû rengên wêjeyê wek çîrokên kin, helbest û roman, û yek ji nivîserên ku afrandin di warê nivîsîna romanê de kir nivîser Mamo Qader e.

Nivîskar û romannivîsê kurd Mamo Qader pirtûkeke nû amade kir bi navê “Bêhnekê bidin miriyan” di vê romanê de sê beşên sereke û 146 rûpel hene, û bi zimanê kurmancî hatiye nivîsîn.

Di derbarê vê Romanê de nivîser di daxuyanîyekî de ji bo Horrya press dibêje :” Xwe di avêje paşila jineke bêkes ku di jiyana xwe de li tûşî gelek astengiyan dihêt û bi şêweyeke hovane ne tenê ji aliyê desthiladariyê ve dihêt êşandin lê her weha ji aliyê civakê ve jî”.

Her weha Qader berdewam dike :” Ew jina ku bi gotinên xwe yên kelûgirî destê xwe dirêje hevsarê çîroka ziwariya lê bûyî dike û wê ber bi xwendevanan ve ço dike”.

Nivîser di Romanê de xwe bi mijarekî tenê ve girênede, bi gelek mijaran ve xwe mijûl dike û wan tev ra dike, wek
“Destdirêjiyên seksî, femenîzm, kujtin, siyaset, xizanî, heyf-hilanîna xwînê, desthilatdariya nêraniya li ser civakê û zordariya li dijî Jinan dihêt bikarhanîn û binpêkirina mafên mirovan, ne tenê ji aliyê desthilatdaran ve lê her weha ji aliyê civak û nas û dostan ve jî”.

Roman her di wî warî de rêya xwe digire û gelek mijarên din dihîne holê, ewên ku ta vê radeyê roleke xwe ya mezin di paşvemayîna gelek civakan de heye.

Nivîser Mamo Qader di dawiya axavtinên xwe de dibêje :” Ez bi hêviya wê yekê me ku ez di rêya romana xwe re, bikaribim sûdekê li kultûr û civaka kurdî bikim û bala gelek kesan bikişînim ser hebûna mafê her endamekê/î vê cîhanê bo azad û bi rengê ew dixwaze bijî” .

Tê zanîn ku Memo Qader li bajarê Kobanê ji dayik bûye, û ew derçûyê zimanê English e, û yek ji endamên rojnameya guhertin a bi kurdî, erebî û îngilîzî dipeyve, û ev pirtûk dibe karê wî yê yekem di warê wêjeyê de bi giştî.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل