Kombenda şoreşgerên sûriyeyê.. 17 komkujî li sûriyeyê meha novemberê/2018

فريق التحرير3 ديسمبر 2018آخر تحديث :

Hejmara komkujiyên li Sûriyê di meha mijdara 2018 de

Kombenda şoreşgerên sûriyeyê raportek lidarxist

…. pêşgotin….

Ji aliyê tîma dokumentkirinê ya ser bi kombenda şoregeşgerên Sûriyê, herî kêm 17 komkujiyan li meha mijdarê hatin bi belgekirin yên hatin pêkanîn li ser destê hêzên rejîma Esed û hêzên koalîsyona navnetewî û rêxistina Dewleta Îslamî “DAIŞ” û milîsên “hêzên Sûriya demokratîk” û hin aliyên nediyar.

û komkujî li ser aliyên encamder bi vî awayî hatin belavkirin:

A: Hêzên rêjîma Esed: 4 komkujî

B: Koalîsyona Navnetewî: 9 komkujî

C: Rêxistina Dleta Îslamî “DAIŞ”: 1 komkujî

D: Çekdarên “Hêzên Sûriya Demokrat”: 2 komkujî

E: Aliyên nenas: 1 komkujî

Komkujî li gor navçeyên kontrolê wiha hatine dabeşkirin:

5 komkujî li deverên di bin kontrola çekdarên opozisyona çekdar de.

9 komkujî li deverên di bin kontrola rêxistina DAIŞ de.

2 komkujî li deverên di bin kontrola rejîma Esad.

1 komkujiyek li deverên di bin kontrola milîsên “hêzên Sûriya demokratîk” de.

Komkujî li ser parêzgehan wiha hatine dabeşkirin:

Idlib: 2 komkujî, Dêrazorê 10 komkujî, Heleb: 3 komkujî, Hama: 1 komkujiyek, Homs: 1 yek komkujî.

Ev komkujî, li gor tîma dokumentkirinê ya kombenda şoregeşgerên Sûriyê bûne sedemên kuştina 247 welatiyên sivîl, di nav de 43 zarok û 11 jinên kamlane.

û hejmara qurbaniyan ligor aliyên encamder “aktor” wiha hatine dabeşkirin:

Hêzên rejîma Esed: 27 sivîl, di nav de 8 zarok û 3 jin.

Hêzên

: 199 sivîl, di nav de 27 zarok û heşt jin.

Rêxistina Dewleta Îslamî “DAIŞ”: 5 zarok.

Milîsên “hêzên Sûriya demokratîk”: 9 sivîl, di nav de 3 zarok.

Aliyên nenas: 7 kesên sivîl.

Hûrgiliyên komkujiyan:

A: hêzên rejîma Esed:

În 2 Mijdar 2018

Herî kêm kuştina 9 kesên sivîl, di nav wan de du zarok, ji encama topbarana bajarokê Circinaz li gundewarê rojhilatê Idlib bi çend roketên topxaneya rejîma Esed, ku ev dever li dema bûyerê diket di bin kontrola çekdarên opozisyona çekdar de.

Şemiyê, 10 Nîsana 2018

Mirina 6 sivîlan (ji yek malbatê), di nav de zarok û jinek ji encama teqîna mayineke zemînê bi otomobîla wan ji bermahiyên hêzên rejîma Esed li dema ku diçûn zeviyên di navbera gundê Alzeba û Alzafarah de yê li gundewarê bakurê rojavayê Hama, yê di dema bûyerê de diket di bin kontrola rejîma Esed de.

Şemiyê, 24 Mijdar 2018

Bi kêmanî 7 sivîl, di nav 5 zarok û du jin bi bombebarana dibistana Alxensa li başûrê Circinaz li gundewarê başûrê Idlibê ji aliyê hêzên rejîma Esed hatin kuştin, û bajarok di bin kontrola çekdarên opozisyonê de bû di dema bûyerê de.

În 30 Mijdar 2018

5 welatiyên sivîl bi guleyên rejîma Esed li kêlîngeha Alhêl ya petrolê li rojhilatê bajarê Palmyra li rojavayê Humsê hatin kuştin û bajêr di dema bûyerê de di bin kontrola rejîma Esed de bû.

B. Hêzên Koalîsyona Navnetewî:

Şemiyê 3/11/2018

Bi kêmî ve 14 kesên sivîl, bi piranî jin û zarok, bi bombebarana hêzên koalîsyonê Navnetewî bi roketan li bajar Hecîn û bajarokê Alsûsa û gundê Alşe’fa li gundewarê rojhilata parêzgeha Dêrazorê hatin kuştin, navçe di bin kontrola rêxistina DAIŞ de bû.

În 9/11/2018

Herî kêm 40 sivîl hatin kuştin , piraniya wan jin û zarok, bi bombebarana balafirên hêzên hevpeyman navnetewî bi roketan li ser taxên rûniştinê yên li bajarê Hecîn li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê, bajêr di bin kontrola rêxistina DAIŞ de bû.

Yekşem 11/11/2018

bi kêmî ve 19 kesên sivîl hatin kuştin, bi piranî jin û zarok, bi bombebarana balafirên hêzên hevpeyman navnetewî bi muşekan li ser taxên bajarokê Alhafh û gundê Akoşmh li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê, di bin kontrola rêxistina DAIŞ de.

Yekşem 11/11/2018
Bi kêmî ve 12 kesên sivîl, di nav de çar zarok û du jin hatin kuştin bi bombebarankirina hilîkopterên Koalîsyona Navnetewî li ser taxên Hecîn li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê, dever di bin kontrola rêxistina DAIŞ de bû.

Pêncşem 15 Mijdar 2018

bi kêmî ve 19 kesên sivîl, di nav de 14 zarok û 3 jin hatin kuştin bi bombebarana balafirên hêzên hevpeyman navnetewî bi muşekan li ser taxa Albobadran ya bajarê Abu Kamal bajarê rojhilata Dêrazorê, û bajêr di bin kontrola rêxistinê DAIŞ de li dema bûyerê.

Şemiyê 17/11/2018

34 kesên sivîl, piraniya wan jin û zarok hatin kuştin bi bombebarana balafirên hêzên hevpeyman navnetewî bi muşekan li ser taxên bajarê Abu el-Hesen, li nêzîk bsjarê Hecîn li gundên rojhilata parêzgeha Dêrazorê, bajarokê Hecîn di bin kontrola rêxistina DAIŞ de bû li dema bûyerê.

Şemiyê, 17 Mijdar 2018

herî kêm 15 sivîl, di nav de pênc zarok û du jin hatin kuştin bi bombebarana hêzên koalîsyonê Navnetewî bi muşekan li ser taxên gundê Bakaan yê bajarê Hecîn li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê, diket di bin kontrola rêxistina DAIŞ de.

Pêncşem, 22 Mijdar 2018
6 sivîlan, di nav de 4 zarok û jinek hatin kuştin bi bombebarana balefirên şer ên hêzên koalîsyona navnetewî jî bi roket li ser bsjarê Alşe’fa li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê û bajêr di bin kontrola rêxistinê DAIŞ de bû li dema bûyerê.

Pêncşem, 29 mijdara 2018

Bi kêmî ve 40 kesên sivîl, bi piranî jin û zarok, bi bombebarana balafirên hêzên hevpeyman navnetewî bi roketan hatin kuştin li taxên nexweşxane Yermûk ya Jinan li bajarê Alşefh li Dêrazorê, û bajêr di bin kontrola rêxistina DAIŞ de bû.

C: Milîsên “Hêzên Sûriya Demokratîk”:

Duşem, 5 Mijdar 2018

5 kesên sivîl, di nav wan de du zarok, bi teqîna mayineke zemînî ji bermahiyên milîsên “hêzên Sûriya demokratîk” bi traktoreke çandiniyê ve li nêzîkî gundê Seryanla li bajarokê Bilbil li deşta Efrîn li bakurê Helebê hatin kuştin, û bajêr di bin kontrola çekdarên opozîsyona çekdar de bû di dema vê bûyerê de .

Çarşem, 7 Mijdar 2018

çar kesên sivîl di nav de zarokek bi sedema teqîna mayinekê ji bermayîkên milîsên “hêzên Sûriya demokrat” li bajarê Bilbil li deşta Efrînê li bakurê parêzgeha Helebê, û bajêr di bin kontrola çekdarên opozisyonê de bû di dema vê bûyerê de.

D. Aliyên nenas:

Duşem 12/11/2018

7 kesên sivîl, bi teqîna mînan ji aliyê çavksniyeke nenas di otomobîla xwe de li gundê Maizalh li bakurê parêzgeha Dêrazorê hatin kuştin, û gund di bin kontrola milîs “hêzên demokratîk” de bû di dema bûyerê de..

….dawiya raportê ….

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل