Zarokan Sûrîyê ji hêvên konên xwe dişewitîne

فريق التحرير29 نوفمبر 2018آخر تحديث :
Zarokekî koçber ji gundekî nêzîkî til rifet bakurê helebê piştî kontirolkirina wê ji aliyê milîsin kurdî ve, di kampa yazî bax li izazê dijî- lensa : Amîr Abo cewad – Horrya press

Amîr Abo cewad – Horrya press:

Çîroka wêneyekî

Ezê ji dinyayê re bêjim ku min tiştek winda kir û ez dixwazim bibînim

Ezê ji dinyayê re bêjim ku min malê xwe, lîstikên xwe û cilên xweşik ên xwe hiştin û koçberbûm.

Ez êdî hew diveşêrim gelek tiştên ku min bi çavên xwe dît, ezê tirsa xwe ya ku zarokatiya min winda kirî bavêjim li ser we.

Ezê rojek ji rojan ji we re bêjim ku min jêxilasiya xwe, zarokatiya xwe, û temenê xwe li ser perçeyên konên lexer winda kir.

Ez ji xwendinê, lîstik, heval, cejin û xwarina qenc bê behir bûm.

Di konekî de, da ez germ bibim, û gûlekî xewnên min têda winda bû.

Ez tenê dixwazim di xanîkî de bijîm ku dergehê wê lê bide, û kûçikek ku bêhna xwarina xweş jê bihêt.

Ne nanek li pişt dîwarê konekî li ser erdê ji herî û çiravê be.

Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل