Çîroka “Amîra”.. jidestdana mal û malbata xwe û dijberiya astengiyên civakê

فريق التحرير23 نوفمبر 2018آخر تحديث :
Amira tevahiya malbata xwe li pişt xwe hêlan di deverên di bin kontrola rêjîma Esed de û bi tena xwe hate Idlibê – Lens: Haneen El Sayed – Horrya press

Haneen El Sayed – Idleb – Horrya Press:

Ji çirokên azadiyê:

Rêjîma Esed xelkên hin bajar û bajarokan bi tevahî koçberî bakurê Sûriyeyê kirin, piştî dorpêçkirin û topbaranankirina wan bi awayekî dijwar û hovane, ku piraniya wan ber bi parêzgeha Idlibê li bakûrê sûryeyê koçber bûn, erd û mal û kesukarên xwe li pişt xwe hiştin, lê nexweşiya koçberbûnê bi dawî nehat bi gihiştbûna wan, ku heta îro jî piraniya wan nikarin pêwendiyan ligel xizmên xwe bikin.

”Amira Yunis” yek ji koçberên gundewarê Şamê ji devera Wadî Barada ye, li pişt xwe gorên bav û dayik û birayê xwe hêlan di bin erda di destê rejîma Esed û bi tena xwe hate Idlibê û li ser trajediya xwe ji Horrya press re weha axivî û got: ”ji yazdeh salan ve ez şîkirî me, lê bê dîndabûm, min hizir dikir ku malbata min yên min qerebo bikin, lê di heman demê de rêjîma Esed ew ji wan bêpar kirim, hindek ji wan kuştin û hindek binçavkirin, lê ez wan îro bi mirî dihijmêrim”.

” Yunis ” di dema axaftina xwe de berdewam kir ” ez nikarim vegerim bajarê xwe tu caran, ez tiştekî li ser birayên xwe yên sax nizanim piştî zêdekirina zordariyê ji aliyê rejîma Esed li ser hemû mirovên min li bakurê Sûreyê, ku têkiliyên bi riya înternetê hatine birîndar û gelek kes hatine binçavkirina ji ber têkiliyên wan bi malbata wan re, da ku wî gelek kes hatin girtin û ez gelek ji wan nas dikim ku hatine bicavkirina ji ber têkiliyeke li ser (whatsapp)ê û ne zêdetir ”.

Ev tengahiyê de ne psîkolojîk û hesreta ji bo gel û welat bi tenê asteng bû ji bo ” Amîra ” di heman demê de ji krîzên ji xanî, kar û kêmbûna pere dawî di hemû kumbûn ji bo zêdekirina nexweşiya wê, lê ew tevî wê zilm û êşê dijwar yên bi hêz derbas kir weko jineke sûrî, berê xwe da hînbûna terziyê di nava workşopeke jinan de li bajarê Maart Alniman li başûrê Idlibê.

Ew bi rêya axaftina xwe bal kişand ku ew bi xurtî kar dike bi serê xwe, ji bo damezrandina daxwazên jiyana xwe bê ku pêdivî bi kesekî hebe, û ku hewl dide ji bo pêşxistina karê xwe li cilên dirûnê û da zanîn ku dê rojekî bê û dê ”şer” dê bidawî bibe, û wê vegere bajarê xwe û bo dîtina kesukarên xwe yên mayî.

Rêjîma Esed berdewam e li ser bikaranîna zilm û zextê li ser malbatên koçber ji bo bakurê Sûriyê, hevdem û li gorî nûçeyên tên ji navçeyên di bin destê rejîmê de ku rejîm bi rêya propagandaya û gotgotên xwe radibe bi amadekirina karwanên vajî ji herêmên rêzgarkirî ber bi başûrê sûriyê ta Ghouta rojhilat li gundewarê şamê di bin navê ”karwanê poşmaniyê”.

Hejmara welatiyên sûrî yên koçber di hundirê Sûrî de, ji encamên kiryarên kocberkirinê yên têne pêkanîn ji aliyê rejîma Esed û hevalbendên wê, li gorî serjimêriyên Neteweyên Yekbûyî gihiştine 6.2 milyon koçberî ligel 5.6 milyon penaberî li welatên cîran.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل