Euro-Mediterranean: li Dêrazorê 118 sivîl bi êrîşên Hevpeymaniya Navnetewî di 10 rojên borî de hatine kuştin

فريق التحرير20 نوفمبر 2018آخر تحديث :
Smokey ji avahiyên li navçeya El-Baghiliya li bakûrê Dêrezorê derdikevin – AFP

Duhî li roja duşemê, ji aliyê dûrgeha Euro-Mediterranean ya Mafên Mirovan, kuştina 118 welatiyên sivîl hat bi belgekirin di deh rojên dawî de ku nîvê wan zarok in ji ber oparesyonên esmanî yên ji aliyê Hevpeymaniya Navnetewî ji bo kontrolkirina deverên li Dêrazorê yên di destê rêxistina çeteyên “DAIŞ” de.

Dûrgeha mafê mirovan ya ku navenda wê ya sereke li “Cenevre” ye, di daxuyaniyekê de got: “ku hêjî êrîşên Hevpeymaniyê berdewam in û bi dehan sivîl dibin qurbanî û tekez kir ku şerê li dijî rêxistina çeteyên DAIŞ’ê nabe bibe hincet ji bo armanckirina sivîl û malbatên çeteyan”.

Dûrgehê diyar kir ku “êrîşa esmanî ya herî kujer li roja şemiyê 17ê mijdarê/ november, li gundê Ebu Hesen li nêzîk bajarokê Hecîn li rojhilatê Dêrazorê hat pêkanîn, ku gelek mal li derdora mizgefta gund hatin topbaran kirin û têde 36 kes hatin kuştin di nav wan de 17 zarok û 12 jin bûn”.

Herwiha got ku “êrîşeke hevşêwe ji aliyê balafirên Hevpeymanê li çarşema borî li 14’ê mijdarê li ser bajarê El-sûsê li rojhilatê Firatê hat pêkanîn, û têde 16 sivîl hatin kuştin, di nav de 12 zarok û 4 jin, û hevdem ku li roja yekşemê 11’ê mijdarê 32 sivîl, di nav de 13 zarok hatin kuştin, herwiha 8 kesên sivîl, di nav de 5 zarok û 3 jin li herdu rojên 8-9’ê mijdarê di oparesyonên Hevpeymaniyê de yên li dijî malên li taxa bajarokê Alşe’fa li gundewarê Dêrazorê hatin kuştin û 26 kes di nav de 13 zarok hatin kuştin bi sedema êrîşeke li ser bajarokê Hecîn li roja 9’ê mijdarê.

Dûrgeha Euro-Mediterranean ya Mafên Mirovan di daxuyaniya xwe de bang li Hevpeymaniya navnetewî ya bi fermandariya Washington kir ku “welatiyên sivîl ji operasyonên xwe bêalî bike û tedbîrên pêwîst ji bo paristina welatiyên sivîl ji operasyonên leşkerî bi awayekî micid û bi bandor bigire”, û tekez kir ku “bombebarankirina çeteyên rêxistina DAIŞ’ê nabe bibe behane ji bo kuştina sivîlan”.

Euro-Mediterranean li ser rewşa metirsîdar li bajarê Dêrazorê û gundewarên wê yên rojhilat, hişyarî li hember êrîşên berdewam yên Hevpeymaniya navnetewî û diyar kir ku berdewamiya bombebaranê dê herêmê têxe di karesateke mirovî de.

  • Wergêr: Samya lawand
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل