Têkdana ” rêveberiya xweser” ji hilanîna berhemên çandiniyê bûye cihê nerazîbûna cotkaran

فريق التحرير21 مايو 2019آخر تحديث :
Wêne ji Arşîvê – hilanîna berhemên çandiniyê – horrya press ©

Horrya press- Qamişlo:

sala borî kêmbûnek di berhemê çandinê de dît ji ber nebûna baranê, herweha ji ber nebûna çavkaniyeke avê ku cotkar pişta xwe lê rast bikin û genimê xwe av bidin, lê piştî salek ji hişkbûnê cotkaran hemda Xwedê kirin li ser vê firehiyê ku baran pir e ji bo berhemekî mezin ji genim û ceh di vê salê de, da ku cotkarê bê hêz û biryar bibehite bi biryara rêveberiya xweser li bakur-rojhilatê Sûriyê, bi bihayên kêm ya ku beramber xisara kirîna genim û dermanên çandiniyê û zibilî nayê.

Di rûniştineke dirêj de ji aliyê Komîsyona Aborî û Çandiniyê li bajarê Ain Issa, beşdar derketin bi destnîşankirina bihayên zeviyên çandiniyê di vê salê de ji mijarên genim û cehî, û kirîna berheman ji cotkaran bi bihayekî kêmtir ji bihayê rejîma Sûriyeyê bi cudahiya 35 L.S, bihayê genim li cem rêveberiyê 150 L.S beramber 185 L.S li cem rêjîmê, û ceh bi 100 L.S û li cem rêjîmê 135 L.S, tevî ku biryardana ku destûrê nedin wan ji bo firotana berheman li derveyê herêmên wan ji bo kesên ku naxwazin bifiroşin wan.

biryara rêveberiya xweser di nav rexneyên giran û tund ji aliyê çalakvanên toreyên civakî hat, nêrînên wan cuda bûn li ser sedema pêşvebirina rêveberiya xweser bihayekî kêmtir ji bihayê rêjîmê, Çalakvan Newrozê paju li seranserê rûpela xwe di Facebookê de, got :” Em hêvî dikin ji cotkaran ku berhemên zeviyên xwe ne firoşin Apoçiyan -aliyê siyasî ji rêveberiya xweser- û çi çêbe bila çêbe, qebûl nekin ku berhemên we yên ev saleke hûn li bendê û we gelek para ser danaye were xwarin, ku hûn vê salê qebûl bikin di salên werin de jî wê wesa li we bikin”.

Ji aliyê xwe ve, yek ji cotkarên bajarê Qamişlo, ne xwest navê wî were aşkerekirin ji bo horrya press axivî :” Sala borî, Xwedê ji me re binivîsî rizq wekî vê salê, ji ber vê yekê bihayê genim û cehî herweha nok jî bilindbû, me genim bi 125 L.S kirî tevî me dermanên çandiniyê jî kirîn, eger me dirûnê xwe firotin birêvebiryê bi vî bihayê arzan wateyê wê em zîyan kirine, û rê li pêşiya me de ji bo firotana rêjîma kujer jî bi bihayekî baş girtin, eger rêveberî li ser biryara xwe neyê xwar ezê berhemê îsal bi hêlim bê firoştin, me bihayek zêdetir ji bihayê rêîmê nave lê bihayekî baş, eger ne hate şewtin berya çandiniya wê”.

Tê zanîn ku bi hezaran donimên berhemên genim li rojhilatê Firatê û herêmên gundên parêzgeha Reqayê û li herêma Til Abyet hatin şewtandin, ji bo sedemên nayê zanîn ku tê guman kirin ku siyaseta serdestên partiyên dijber li wan deveran e.
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل