Rûsiya bi fermî dest danî li ser bendera Tartousê…û “başiyên xwe” tîne bîrya rêjîmê

فريق التحرير25 أبريل 2019آخر تحديث :
Rêjîma Esed benderê Tartousê da kompaniya Stroy Trans a Rûsî ya gazê, li ser 49 salan.

Yasser Mihemed – horrya Press:

Serfermandariya giştî ya artêşa Rûsî rêjîma Esed û piştgirîyên wê bîranîn ku bê maytêkirina leşkerî a Rûsî sala 2015’ê ba wê rêjîm di heyama du mehan de ketiba, peyvên fermanderê leşkerî yê Rûsî tên di heman demê de bi îmzekirina peymana “dagirkirina” Tartus û bendera wê di bin navê berhemînanê li ser 50 salî.

Duh, wezîrê guhastinê ya hikûmeta Esed, Ali Hemûd, îmzakirina girêbesta “berhemînana” bendera Tartusê bi kompaniya enerjiya taybet a Rûsî re ragihand, ku girêbesta bi kompaniya Rûsî re berhemînane ne kêrêye.

Hemûd ,roja pêncşemê, ji bo rojnameya “El-Wetan” ya rêjîma Sûrî, ragihand ku :” girêbest li ser 49 salan bi kompaniya Stroy Trans a gaza taybet a Rûsî re hate îmzakirin”, Hemûd berdewam kir ku girêbest berhemînaneke hevbeşe ji bo rêveberî û firehkirin û bikaranîna bendera Tartusê li gorî sîstemên hevbeş di navbera pergala giştî û taybet de li Sûriyeyê.

Di vê çarçoveyê de, şêwirmendên siyasî û aborîzan diyarkirin, ku ev pêngav di nav berîkaneke gerim de tê ji aliyê hevalbend û dijminên rejîma Esed ji bo parvekirina destketiyên li Sûriyê, herweha tekezkirin li ser bi destxistina rêvebiriya dagirker li ser danpêdana America bi serokatiya wê li ser Colana dagirkirî, û kontrola Rûsyayê li ser cihên giring, û kontrola Tirkiyeyê li ser deverên sînorî ji bo berjewendîya ewlekariya neteweyî.

Ji aliyê Îranê ve, ya ku berîkanê bi hevalbenda xwe Rûsî re dike li ser parvekirina mîrata rejîma Esed, ew hebûna xwe li seranserî welat ferz dike, ji Dêrazorê ta Hums û Daraayê, derbasî paytaxta Sûrî Şam û derdorên wê, û herweha li Helebê, di vê berhemînana herî girîng de ji bo wan ew e ku bigihin deryaya germ li deryaya sipî.

Gava ku Rûsyayê destdanî li ser bendera Tartusê, Îranê xwe kuşt li ser bidestînana bendera Laziqîyê, û di destpêka vê salê de wezîrê guhastinê di hikûmeta Esed de daxwaz ji rêveberê giştî yê bendera Laziqiyê kir, ku kar li ser ” sazkirina tîmekî ji yasayî û aborîzana ji bo gotûbêjkirinan bi aliyê Îranê re, li ser amadekirina reşnivîsa girêbestekî ji bo rêveberîkirina qereqolê ji aliyê Îranê ve”.

Bendera Laziqiyê ji çend salên borî ve têbikarînan li gorî peymana di navbera rêjîm û “Sîgorta Holding ya Sûrî” ya ku hevbendî di gel kompaniya Fransî ji bo rêveberiya benderê, lê hikûmeta rêjîmê daxwaz ji “Sîgorta Holding ya Sûrî” kir ku lihevhatina di navbera rejîm û Tehranê de pêgêrîyê pê bike, da ku radestê Tehran bibe û bikare ji îlona bê ve bikarbîne.

Nûçeyên herî dawî, gotina fermandarê Giştî yên hêzên leşkeriya Rûsî, Valery Girasimov, roja çarşemê, yê gotî bêyî alîkariya hêzên welatê wî ji rejîmê Esed re, rêjîmê hebûna xwe ji sala 2015’ê ve winda Kiriba.

Girasimov diyar kir :” di îlona 2015’ê de, li gorî daxuyaniya (serokê Sûrî Beşar El-Esed ) ji bo pêşkêş kirina leşkerî ji bo şerê li dijî terorên navneteweyî, operasyona hêzên esmanî yên Rûsî destpêkir ji bo tinebûna rêxistinên terorîst li ser axa Sûrîyê.”

Gerasîmov diyar kir ku destwerdana welatê wî li Sûriyeyê ji aliyê leşkerî ve hat beriya ku rêjîma Esed hebûna xwe winda bike di heyama du mehan de.

Di sînaryukî wekî wê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov di kongirekî rojnemevanî de li Moskowê roja 17-ê Çileya 2017 de ragihand, ku : “Paytexta Şamê di navbera du heftiyan ta sêyan wê ketiba destê teroristan de lê me di nav deswerdankir”, piştî wê rêjîmê agirbesta firehkirina bendera Tartusê di gel Rûsiyayê, ya ku bendê wê wekî rezîlbûnê hatin pesinkirin, ji ber ku ewê 49 salan berdewam be û nû dibe du caran her (25 salan carekî) û çi beramberên madî jî ne hatine standin!.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل