‘Hac Abdullah”..not salîye ji Hamayê bi canê ciwanan têkoşînê dike

فريق التحرير19 يناير 2019آخر تحديث :
Hac Abdullah – Lens: Horrya press ©

Welîd Abu Hemam – Horrya Press:

” Hac Abdullah ” ..zelameke ku temenê xwe di navbera welat û xizmeta gelê xwe de bûrand, û tevî ku ew li ser not salî bû, lê wî xûyên xwe yên ku li ser mezin bûyî ne guhartin, û wî barê xwe berneda li ser kesekî yan jî darekî, û hê lingên wî wî hildigrin bê ku bikeve.

“Hac Abdullah” Yek ji gundên gundewarên başûr-rojhilatê Hamayê dijî di mala xwe ya sade û jiyana xwe ya hêsan û sade de, ya ku teknolojiyayê xweşiya wê xira nekiriye, û vê tiştê hişt ku ew kevneşopiyên ku ji bav û kalên xwe werisandî biparêze, û hemû dema xwe bide kar û malbat û xizmên xwe .

Hac Abdullah xwedyê erdê çandiniyê jê bêzarnabe, û rojane her sibhê zû têda rêvediçe bi tevî ku rêya wê dûre û temenê wî dirêje, lê ya ku mirov ji di behite ew bi tenê têde dixebite bê ku daxwaze alîkariyê ji kesekî bike, di heman demê de gelek caran bi awayên kevnar kar dike wek bikaranîna şalokê yan kulandina erdê bi tivirê, vê tiştê hişt ku laşê wî bimîne bi hêz û tendirustiya wî mîne parastî.

Haj Abdullah di axaftina xwe de ji bo horrya press dibêje ku cotyarê çavdêrîyê li erdê xwe bike bi şêweyekî baş, erd wî bêpar nake ji tiştekî, û dibîne şerme ku cotyar sibze û genimê bikirê û ew xwedî erd e, heta bi nebûna avê, qutbûna elektrîkê û bilindbûna sotemeniyê di salên dawî de wî dev ji çandina erdî neberda û şînîyên xwe av dida bi her şêweyekî û ne hişt bimire.

Tiştê cuda di jiyana Hac de pişeya wî di ”splinting Erebî” – yan jî vegirtina endamên şkestî – û hemû yên li herêmê û heta yên ji herêmên dûr dizanin radeya zanîbûna wî di saxkirina deverên şkestî. Ku wî ev pîşe ji bavê xwe bi temenekî piçûk wergirt.

Li ser hac Abdullah gelek bûyerên ku têda emeliyat di nexweşxaneyê de hatine çêkirin û xwediyên wan sax nebûn yan jî bo sedem ku xwediyên wan ji tevgera çûnûhatinê bikevin, û ya bû sedem ku ew bi navûdeng bibe di pişa xwe da ji ber ew ne ji bo para kar dikir, lê hezkirina wî ji vî karê ku ji bavê xwe wergirtî, û dîntina wî birîndar kefxweşin dibe cihê razîbûna wî hişt ku her kesek bi navê wî bibhîze.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل