Henîn-Alsaîd – Horrya Press:
“Ez ji Beşar El-Esed û bavê xwe hez nakim yadê” Ev gotinên Alî ne yê ku temenê wî bi tenê heşt salin, dema ku wî bi herdu çavên dayika xwe yên ku tejî qehir û xemgînî bûyîn dinêrî, di gumana wî da ewê bi vî rengî êşa ku li ser rûyê wê hatî nexşandin kêm bike. Wî nedizanî ku gotinên wî kefîlên ku di hundrê dayika xwe de volkanek ji hêstiran biteqîne, û di hembêza xwe ya gerim de di vê sermayê hembêzbike, hembêza ku ji bilî wê ji wî û birayên wî re di jiyana tiştek nemaye.
Dayika Alî di gel malbata xwe re koçber bû ji gundê xwe “Cibîn” li gundewarê Hama rojhelat ji bo gundewarê Hama bakur ji sala 2014ê ve, piştî hilmetên rejîma Esed a hovane li ser bajêr, ew neçar bûn ji gundê xwe vekişên û tiştên piçûk û pir kêm bi tenê gel xwe bin, da ku jiyanê bi rewşekî xerab de biborînin. Dayika Alî nedizanî ku lêgerîna wê ji bo xwarinê wê gelekî ji jiyana wê bibe di wê sibeha çireyê sala 2014ê de, dema ku helîkopterên Esed çar birmîlên teqîner avêtin li ser kampa ku dayika Alî têda dijya, gava ji bo malbata xwe re xwarin û nan yê dihat dabeşkirin anî, lê ew ser lingên xwe nevegera, wê yek ji lingên xwe winda kir û yên din jî jiyana xwe winda kirin.
Ne cîhan bi tenê ya ku pişta dayika Alî şkand û alîkariya wê nekir di dema ku bêdengî li ser wê komkujiyê kir, herwiha mêrê wê jî dev ji wê berda û bi jinekî din re çû û li bey xwe neh zarokên birçî û xemgîn hiştin. Da ku rêjîm jî vê taploya xwînkirî temam biket li hemberî vê jina qehreman, her heft birayên wê û bavê wê jî bûn qurbanî ji welat xwe re, da ku dayika Alî bi tena xwe bimîne bê pişt hemberî zehmetiyên jiyanê.
* Wergêr: Samya lawand
عذراً التعليقات مغلقة