Dibstanek li çolê di kampên Idlibê de bi egera kêmbûna avahiyan

فريق التحرير9 أبريل 2019آخر تحديث :
Xwendekarên ku di dema mamosteyê wan ew perwerde dikirin li çolê – Lens: Henîn El-Sayed- horrya Press ©

Henîn El-Sayed- Idlib – horrya Press:

Penaberên gundewarê Hamayê yên derbeder di kampên bijale li başûrê Idlibê de, berdewamin di perwerdekirina zarokên xwe, tevî nebûna avahiyekî yan jî konekî ku xwendekar têde kombibin, ji ber vê çendê xwendina xwe li çolê temam dikin.

“Hassan El-Casim” rêveberê kampek jo kampên gundewarê başûrê Idlibê ji bo horrya press diyar kir, ku :” li kampê zêdetir ji 120 xwendekarên ku nizanin bixwînin û binvîsînin hene, tevî nebûna cihekî ji bo wan, tevî ku dabînkirina çend konan piwîstiya wan bi cî tîne”.

Herweha berdewam kir, ku :”ji bo daxwazkirina me di temamkirina qûnaxa perwerdê, me stafeke perwerdê bi şêweyekî xwebexiş amadekiriye, û mamosteyan dest bi perwerdekirina xwendekaran li çolê kirine, piştî em bê zarbûn ji dabînkirina cihekî baş ji bo xwendekaran”.

“El-Casim” nîşan da, ku :”piraniya zarokan ji xwendinê dûrketin bi sedema koçberbûna berdewam, ya ku dibe metirsiyeke mezin ku nezanîn di nav hijmareke mezin ji zarokan de belav bibe, û daxwaz ji rêxistinên mirovahî kir da bi kêmanî 5 konan dabînbikin ji bo xwendin temam bibe, ya ku mamosteyan li çolê destpê kirîn”.

Ji aliyê xwe ve “Seyf El-Casim” yek ji xwendekarên kampê anî ziman, ku ew herdem naçe dibistanê ji ber sermaya dijwar û baranê, û ji ber zehmetiya danana waneyan dema nizimbûna pileyên germatiyê.

Hêjaye gotinê ku hijmara awareyên di nav Sûriyeyê de gehiştiye heşt million awareyan, 45% rêjeya zarokane, yanî nêzîkî 3.6 million zarok li gorî serjmara netewên yekbûyî di sala 2018’ê de, ya ku diyare paşeroja millîonê zarokên Sûriyeyê bûye cihê metirsiyê de, piştî dirêjbûna koçberbûn û derbederbûn û bê hêvîbûna wan ku li malên Xwe vegerin.

Zarokek li ser depê dinvîsîne di dema ku mamosta waneyan li çolê dide – lens: Henîn El-Sayed – horrya press.
Zarokek li ser depê dinvîsîne di dema ku mamosta waneyan li çolê dide – lens: Henîn El-Sayed – horrya press.
Zarokek li ser depê dinvîsîne di dema ku mamosta waneyan li çolê dide – lens: Henîn El-Sayed – horrya press.
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل