Bahozeke baranbarînê êşên penaberan li kampên Cerablûsê zêde dike

فريق التحرير25 مارس 2019آخر تحديث :
Bi sedema bahozekê baranbarînê li yek ji kampên Cerablûsê lehî pêkhat – lens: Elî Ezzedin – Horrya press.

Elî Ezzedin – Horrya press:

Akincîyên kampên Cerablûsê ,li rojhilatê parêzgeha Helebê, di rewşên mirovahîyên xirab de dijîn, piştî bahozekê baranbarînê êvara yekşemê li herêmê da û bû egera lehiyê di gelek kamp û kulanan de, ku asta bilindbûna ava baranê li hindek kulanan gihişte nêzîkî 50sm.

“Mehmûd Abo Ebdûllah” yek ji koçberên ji bajarê “El-Şiyox” beref rojhilatê Firatê li bakurê Helebê, di daxuyanîyekî de ji bo horrya press diyar kir, ku ” baranbarînê ji seatên sibeha yekşemê ve destpêkir, lê ew ne gelekî bi hêz bû da em xwe amade bikin ji bo metirsiyên wê, ne bo çend seat û baran bi dijwarî destpêkir, me nekarî ta em zarokên xwe jî biparêzin ji lehiyê, her yek ji me xwe di konê xwe de girt, hindek zarok li dibistanê bûn nekarîn bighin kampê bi egera bahoza ku rê girtî.

“Abo Ebdûllah” di peyva xwe de nîşan da, ku “kon peritîne û nikarin ber dijwariya baranê rawestin, ku baran bi hemû aliyan ve ket konan de”, wî herweha zelak kir “ava baranê zêdetir ji 30sm’an bû”.

Herweha zerer gihişt hemû akincîyên kampê bi sedema bahozê, di heman demê de azilin baran û germatiyê ne mişene, ûeger peydabin ew kevinin û kêr bikaranînê nayin, li gorî gotina “Abo Ebdûllah”.

Hêjaye gotinê ku bajarê Cerablûsê li rojhilatê parêzgeha Helebê, nêzîkî 11 kongehên hirveûrve digire, û zêdetir ji 75 hizar koçber li devera rojhilatê Firatê û Şamê, Humsê, Deraayê û dêrazorê, zêdetir ji 30% ji wan li kampan de dijîn û di nav rewşên mirovahîyên xirab de.

Baranê golên piçûk yên têklî herî çêkirin, ya ku azarên xelkê zêdekir – lens : Elî Ezzedin – Horrya press.
Zarokek li ser rêyeke herî rêve diçe li yek ji kampên Cerablûsê li rojhilatê parêzgeha Helebê – lens : Elî Ezzedin – Horrya press.
Hindek zarok li dibistanê bûn nekarîn vegerin kampê bi sedema birîna rê – lens : Elî Ezzedin – Horrya press.
Bilindbûna ava baranê li hindek kulanan gihişte nêzîkî 50 sm’an – lens : Elî Ezzedin – Horrya press.
Sura
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل