Esed şûnwarên tawanên xwe li Daraayê bi herfandina malan vedşêre

فريق التحرير12 يناير 2019آخر تحديث :
hilweşandinekî berfireh bi avahî û dikanên bazirganî li hemo bajar û bajarokên Daraa ket, ji ber êrîşên giran ên ku balafirên Esed û balafirên zordariya Rûsyayê – lens: lucen milîhan- Horrya press

Lucen milîhan – Horrya press:

Rejîma Esed li parêzgeha Daraayê, bi karên xirabkirinê û rakirina paşmayên avahiyên herfandî bi çekên leşkerî ji aliyê balafirên Rûsyayê radibe, bi hinceta parastina bedewiya bajar û bajarokên Daraayê û rakirina bandorên şer, ji bo zivirandina avakirinê.

Tevlo ku zordarî jî li welatiyan bi îmzekirin û qebûlkirina ku “komên terorîst” malên wan hilweşandin û rûxandin, rêjîma Esed biryar da hemû şaredariyên li parêzgeha Daraayê bi rakirina şûnmayên malan û bandurên wêranê.

” Alî Asalkhaddî ” parêzgerê berê yê Daraayê, di axaftina xwe de ji bo horrya press got, ” piştî teslîmkirina başûr ji bo rejîma Esed bi pêlanekî navneteweyî li ser Şoreşa Sûriyeyê, Îran bi rejîmê re di herêman de weko serkeftî hat xuyakirin, û Iranê gelek leşker kirin ji bo parastina hebûna xwe, bi taybetî li gundên Rojava û başûrê parêzgeha Daraayê de ” .

Asalkhadda, destnîşan kir ku xefkirina malên devera ”Hawa” li başûrê-rojhilatê bajarê Nawa bi temamî ji aliyê hêmanên hêzên Esed û ewlekariya leşkerî ya Esed Di sala 2013 de ye, lewma û niha Şaredarê bajêrê Nawa bi rayedarên Esed re bi rakirina paşîmayan, û bi darê zorê xwediyên wan xaniyan neçarkirin ku bi nivîsandinekî de bidin zanîn ku çeteyên terorîst li paşê hilweşîna wan in.

Ji aliyê xwe ve xanim ”Felek” ji bajarê Nawa got :” Hêzên Esed dozer anîn li taxê, û dest bi razinga malan kir di nav de mala min bû” û wê Berdewam kir ” bi hinceta qurtalkirinê ji hilweşîna deveran, û wan nexşê destên min danîn Li ser kaxezekî dibêje ku ev hilweşandin ji aliyê çeteyên çekdar ên terorîst ve hatiye”.

Wê diyar kir ku rêjîma Esed ew neçar kirin ku fatura bidin bi buhayê 50 hezar lîreyên sûrî ji bo heft salên borî de, û nîşan kir ku elitrîk û av ji torê yê sereke ji wî demî ve ne gihiştiye wê, di heman demê de wê pişta xwe da li ser panelên tavê li malê, û wê kirîna avê bi tankên firotanê ji bîrên ku rêxistinan çaksazkirî li başûr.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل