Barana dijwar Kampên penaberên sûrî li Idlibê binavdike

فريق التحرير12 ديسمبر 2018آخر تحديث :
©Konê ku derdora wê baran û heriy ji hemo aliyan ve – Lens: Alaa Fattrawi – Horrya Press

Alaa Eddin Fattrawi – Idleb – Horrya Press:

Wek her zivistan, barana dijwar ya ku berdewam e ji çend rojan ve ji ber encama nizmbûna hewayê ye ku atmosferê herêmê kontrol dike, dibe sedema zêdebûna azarên penaberan di kampên bakurê Sûriyeyê de.

Kampên random belavdibe li gundewarê bakurê Idlibê di navbera zevîyan û axa sor de, ya ku dibe golên heriyê dema ku baran dibare, û dibe sedema zêdebûna êş û azarên bi deh hezaran ji welatiyên sivîl ên Sûrî, yên ku ji çend herêmên Sûriyê hatine berv Idlibê, ya ku wek ewletirîn herêm tê nîyasîn piştî ku deverên wan hilweşîn û zehmetiyên jînyanê li wir pirbûn ji ber bombebaranên hêzên rêjîma Esed û zordariya Rûsyayê û milîsên mezhebî yên ku Îran piştevaniya wan dike.

Di vê seredanê de, em ê dîmenan ji kampa Al-Newîr ya penaberan di bajarokê Kfardaran li bakurê Idlibê bidin xuyakirin, ya ku di nav ava baran û heriya derdora kampê de binavbûye, ev azara ku di her zivistan de vedigere û dobare dibe.

©Konên ku bi sedema ava baranê derdora wê bûye herî.Lens: Alaa Fattrawi – Horrya Press 
©Zarok li ber dergehê konên xwe rawestiyane dema barîna baranê, Lens: Alaa Fattrawi – Horrya Press 
©Zarokek ava baranê bi kolandina cokekî dûrê konê xwe dike – Lens: Alaa Fattrawi – Horrya Press 
©Konek têda tê dîtin çawa ava baranê dikeve hundirê wê de- Lens: Alaa Fattrawi – Horrya Press 
©Konek ku derdora wê bûye baran û heriy – Lens: Alaa Fattrawi – Horrya Press 
©Bîrejinek ava baranê bi kolandina cokekî dûrê konê xwe dike – Lens: Alaa Fattrawi – Horrya Press 
©Pîremêrek ku li ser golê rêve diçe li kampa Al-Nawîr li bajêr Kfredrian ê- Lens: Alaa Fattrawi -Horrya Press 
©Girnijîna Zarokên piçûk di hundirê konê ku baran ketî nav de – Lens: Alaa Fattrawi – Horrya Press 

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل