Koçberbûna 20 hezar sivîlan ji Idlibê bi sedema bombebarana hêzên Esed

فريق التحرير5 ديسمبر 2018آخر تحديث :
Bandorên hilweşandina ji hêla helîkopterên Esed û balafirên zordariya rûsîyeyê li ser bajarê Habît li başûrê Idlibê 10/9/2018 – Lens: Alaa Ftrawi – Horrya Press ©

Horrya press:

Neteweyên Yekbûyî ragihand, ku bêtir ji 20 hezar jin û zilam ji başûrê parêzgeha Idlibê berv bi gundên cîran di sê rojên dawî de bi tenê ji ber bombebaranên hêzên rêjîma Esed koçberbûn.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî “Farhan Haq”  Di konferansekî rojnemevanî de li navenda Yekbûyî ya NY li New Yorkê ragihand : “Gelek malbatên aware yê nû di çolan de ne, ji ber kêmbûna cih û ew piwîstî bi alîkariyên mirovatî ne,”

Navborî berdewam kir :” raportên me diyardikin ku bêtir ji 20 hezar jin û zarok û zilam ji Başûrê Idlibê berv gundên cîran ji 30 mijdara borî ve koçberbûn, dema ku êrîş li ser bajarokan kirin û di encam de hijmarek sivîl hatin kuştin .”

Diyar kir ku : ” Em bang li hemî aliyan dikin, û ew kesên ku bandora hene li ser wan ku ewlehiyê bidin sivîl û malên bajêr da binpêkirinan bi şêweyekî yasayî bikin”

hêzên rejîma Esed topbaranên xwe li ser başûrê Idlibê ya ku dikeve nav herêmên îşxal, ya ku girêbest li ser hatiyî di bajarê ” Soçiyê ” de du navbera serokê Tirkiya Recep Tayyip Erdogan û hevtayê wî yê Rusî Vladimir Putin di 17’ê îlona borî de berdewam dike.

Hêzên Esed armanckirina herêmên başûrê Idlibê li ser bingeha rojane bi top û moşekên giran dike, di encam de gelek qurbanî ketin, û bû sedema koçberbûna bi sedên malbatên herêmê.

hêzên rejîma Esed hem Jrzinaz û altehit başûrê Idlibê ku di van çend rojên dawî de bi moşekên bilind-teqemenî armanc kir, û ev armankirin piştî çend demijmêran ji dawikirina hevdîtinên ”Soçiyê”, ya ku agirbest li ser rawestandina agir kir.

Berê, hêzên rêjîmê komkujiyekî hovane kir, ku di encam de bi dehên kesên sivîl, ku piranîya wan zarok û jinên ku karmendên perwerda dibistana Khansa li bajarê Jrzinaz li gundewarê başûrê Idlibê di 24 mijdara borî de kuştin.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل