Kesên nenas otombîleke leşkerên Iranê li gundewarê Daraayê teqand

فريق التحرير13 أبريل 2019آخر تحديث :
Wêneyeke belavkirî ya teqîna otombîleke leşkerî ya milîsên Iranê li herêma El-Jîdor li gundewarê Daraayê

Luceyn Milîhan – horrya Press:

Otombîleke leşkerî ya Iranê, roja Înê, li herêma El-jîdor li bakurê rojavayê gundewarê Daraayê teqî, di encamê de siwarên wê hatin kuştin.

Çavkaniyên herêmî ji bo “horrya press” aşkarekirin, ku “kesên nenas otombîleke leşkerî ya milîsên Iranî, ji cûra jeep rengê reş bi amûrê bombeyên xwemalî armanckirin, li nêzîkî karxana alîkê li ser riya “Zemirîn-El-Hara” li devera “El-jîdor” li bakurê rojavayê gundewarê Daraayê.

Çavkaniyan herweha dan zanîn, ku ” otombîlên ambulansê li cihê bûyera teqînê hat dîtin, ya ku hemî rêwiyên otombîlê di encamê de hatin kuştin.”

Herweha malperên layengir ji rêjîma Esed re diyar kirin, ku “Çekdarên nenaskirî li nêzîkî karxana alîkan, di navbera herdu bajarokên “Zermîn” û “El-Hara” li gundewarê bakurê Daraayê otombîlek teqandin bê ku kuştî hebin, hew zererên madîbûn”.

Kesên nenas ,roja pêncşembê, agir li ser sikrekî leşkerî li bajarê “Sehim El-Colan” li rojavayê Daraayê berdabûn.

Hêjaye gotinê, ku parêzgeha Daraayê di mehên dawî de piştî ketî di bin kontrola hêzên Esed û milîsên Iranî de, gelek mertalên ku sikre û kesên leşker armanc dike dît, ku ya herî dawî li 14’ê sibatê bû, ku alîkarê yekem li ewlekariya leşkerî ” Nazîr Abbas El-Sibh”, yê ku bi navê “Abu Hassan”dihat naskirin, bi şêweyekî zindî li ser riya “Daraa-Tefis” bi guleyekî hat kuştin, tevî serkêşê di ewlekariya leşkerî ya bi ser hêzên Esed ve “Nayîf Newaf El-Heşîş” yê bi navê “Abî Yeman” di hat naskirin ji bajarokê “Til Şehab”.

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل