Hêzên Esed Idlibê bi çekên “Barût” bombebaran dike

فريق التحرير7 أبريل 2019آخر تحديث :
Êrîşên bi moşekên Barût li ser bajarê Kafrnabal li başûrî parêzgeha Idlibê – belavkirî

Idlib – Horrya press:

Hewelatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da û çendek din jî birîndarbûn ,Roja şembiyê, ji ber êrîşên bi çekên Barût ji aliyê hêzên Esed ve, li ser başûrê parêzgeha Idlibê.

Nûçegehanê horrya press diyar kir, ku hêzên Esed bajarê kafrnabal bi çend moşekên Barût armanckir, di encamê de xurtê bi navê “mahmûd Zehîr El-Himûd” hat kuştin, herweh çendek din jî birîndarbûn, wekî encamên destpêkê.

Tîmên parastina sivîl berf deverên armanckirî çûn, û Hewil dan ku birîndaran veguhêzin ji bo navendên tenduristî yên nizîk ji bo dermankirinê.

Herweha hêzên rêjîma Esed yên li leşkergeha Abo Dalî li gundewarê Hamayê dimînin bi aviştokên moşekan her yek ji bajarokên Altmanah û cercenaz û Telmns li başûrê Idlibê bombebarankir,

Di heman demê de jinek ji bajarokê El-Şariya li gundewarê parêzgeha rojavayê Hamayê hat kuştin, ji bo birînin wê yên giran, piştî êrîşên giran ji aliyê hêzên Esed ve li ser herêmê.

Ji aliyekî din ve hêzên Esed bi aviştokên moşekan yên giran kampeke penaberan li nizîkî xalekî çavdiriya Tirkan li gundê Şîr Mixar li çiyayê Şehşebo li rojavayê Hamayê armanckir.

Du kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndarbûn bi egera bombebaranên moşekî ji aliyê hêzên Esed ve li ser gundê El-Şerîaa li rojavayê Hamayê, li gorî tîmên parastina sivîl a Sûrî.

Tê zanîn ku herêmên hêzên Esed wan armanc dike, dikevin di nav devera “çek jêbirî” de, yak ku her yek ji Rûsiya û Tirkiya di îlona borî de rêkeftin li ser kirîn, lê hêzên Esed û hevalbinda wê Rûsiya pêgirî pê nekirin, û berdewamiya êrîşan di heyama du mehan de bo sedema kuştin û birînkirina dehan ji welatiyan, ji bilî wêrankirina dehan ji avahiyên xizmetan.
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل