Hêzên Esed zordariya xwe li ser Heleb û Hamayê berdewam dike

فريق التحرير4 أبريل 2019آخر تحديث :
Tîmên parastina sivîl dema çarekirina birîndarên gulebaranên Kafr Niboda li bakurê Hamayê – Arşîv – parastina sivîl.

Horrya press:

Hijmarek ji sivîlan jiyana xwe ji dest dan û çendek din jî birîndarbûn, roja sêşembê, bi egera bombebaranên moşekî yên giran ji aliyê hêzên Esed ve li ser herêmên gundewarê parêzgeha rojavayê Hamayê.

Nûçegehanê horrya press diyar kir, ku hêzên Esed gundê El-Hiwîca li deşta rojavayê El-Xab li parêzgeha Hamayê, bi aviştokên moşekan yên giran armanc kir, ku di encamê de 3 sivîl hatin kuştin di nav wan de du zarok jî hebûn, û 7 kesên din jî birîndarbûn di nav wan de 5 jin jî hebûn.

Herweha peyamnêrê me nîşan da, ku êrîşên moşekan gihiştin her yek ji gundên El-Sihriya, Jabriya, Tal Hawash li Çiyayê Şehşebo, û gundê Anakawi li ser deşta El-Xab, û kela El-Medîq li Rojavayê Hamayê.

Di heman demê de xurtek ji xurtên bajarê Kfar Zeita li bakurê Hamayê, bi êrişên çekdarî yên hêzên Esed li ser bajarê Gergnaz li başûrê Idlibê birîndar bû.

Herweha, 4 sivîlan(du zarok û du afret) jiyana xwe ji dest dan, ji ber dehên gulebaranên hêzên rêjîma Esed li ser bajarê Xan El-Esal li gundewarê parêzgeha rojavayê Helebê.

Tîmên parastina sivîl berf deverên armanckirî çûn, û Hewildan ku birîndaran veguhêzin ji bo navendên tenduristî yên nêzîk ji bo dermankirinê.

Hêzên rêjîma Esed ji sibeha roja sêşembê ve berdewame bi armanckirina deverên bakurê Sûriyeya rêzgarkirî bi aviştokên moşekan, ku bo egera kuştina 5 Kesan û birîndarbûna hijmarek din.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل