Di encama gulebaranên hêzên Esed li Helebê Zarokek şehîd ket û çend sivîl birîndarbûn

فريق التحرير2 أبريل 2019آخر تحديث :
Gulebaranên Hêzên rejîma Esed li ser bajarokê Kafr Hamra li bakurê gundewarê Helebê – Arşif

Heleb – Horrya Press:

Zarokekî jiyana xwe ji dest da û çend sivîlên din jî birîndarbûn, roja sêşembê, di encama bombebaranên moşekî yên dijwar ji aliyê hêzên rêjîma Esed ve li ser gundewarê bakurê parêzgeha Helebê.

Nûçegihanê horrya press diyar kir, ku hêzên Esed bajarê Kfar Hamra li bakurê Helebê bi gulebaranên giran Armanc kir, di encam de keçkeke piçûk jiyana xwe ji dest da û çend kesin din jî birîndarbûn.

Li gundewarê rojavayê parêzgehê, peyamnêrê me ragihand ku hijmarek ji sivîlan ,roja sêşemê, birîndarbûn ji ber teqîna mayînekî li bajarê Atareb.

Nûçegehanê me herweha diyar kir, ku mayîna teqîner di navenda bajarê Atarbê de teqa, ew di otomobîlek sivîl de hatbû çandin, û bo egera birîndarbûna du zarokan û şofêrekî bi birînên giran.

Tîmên parastina sivîl berf cihên armanckirî çûn, û birîndar veguhastin ji bo navendên derman kirinê yên nêzîk ji bo dermankirinê, û rakirina otomobîla xirabûyî ji ber teqînê.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل