Baranbarîna dijwar kampên penaberan li Idilbê binav dike û xelk bang dikin

فريق التحرير30 مارس 2019آخر تحديث :

Alaa Fattrawi – Idlib – horrya Press:

Roj bi roj êş û azarên xelkên di konan de dijîn li kampên li ser sinorê Sûriyê û Tirkiyê li bakurê Sûriyeyê zêde dibe, ji ber bagera baranbarînên dijwar yên herêmên rêzgarkirî dide di navbera dem û demê de, û dibe sedema lehiyên giran û herweha dibe sedema wêrankirina hijmarek mezin ji konan, di encama baranbarîna dijwar de cokên heriyê li ser cade û rêyên sereke çêbûn, ku ji bo vê tiştê çûn û hatina xelkê zehmet dibe.

Di vê geryanê de em dîmenên kampên li ser riya Sarmada li gundewarê parêzgeha bakurê Idlibê, ku gelek konên noqkirî bi ava baran û heriyê nîşan didin, ji ber baranbarîna berdewam ji êvar şembîyê ve, û zêdetir ji 500 malbat di vê kampê de dijîn, ew ji gundên gundewarên bakurê Helebê û başûrê Hamayê ne, Wan bangewazî kir ji bo harîkariya wan bikin.

Jinek di ber deriyê konê Xwe raweste û dîmenên herî û avê dora wê belav kirî tê nîşan dan – Lens: Alaa Fattrawi – horrya Press ©
Konek li derdora wê ave ji hemû alîyan ve û rawestandina tomobîlan ji ber noqbûna wan di ava baranê de – Lens: Alaa Fattrawi – Horrya Press ©
Zarokek li pêşê konê xwe di sekine û av ji hemî aliyên wî û konê wî ve heye, di kampên rêwîtiya Sarmada, li bakurê Idlibê de – lens: Alaa Fattrawi – horrya Press ©
Konên penaberan yên noqkirî bi av û heriyê li ser riya Sarmada li Bakurê Idlibê – Lens: Alaa Fattrawi – horrya Press ©
Jineke ku di navbera konan de derbas dibe û li ser avê û heriyê digere da ku biçe aliyê din – Lens: Alaa Fattrawi – horrya Press ©
Konê Niştecîhên ku ava baranê li derdora wê ji hemû aliyan ve heye – Lens: Alaa Fattrawi – horrya Press ©
Zarokên koçber ku ji pencereyên konên xwe yên biçûk li ser rêya Dlama Sarmada bakurê Idlibê dinêrin – Lens: Alaa fattrawi – horrya Press ©
Koneke biçûk xudanên wê sinorekî heriyê li derdora wê çêkirine da av ne çe di nav konî de – Lens: Alaa fattrawi – horrya Press ©
Kampa Dlama li ser rêya Sarmada û beşên mezin ji wê bin av bûne – Lens: Alaa fattrawi – horrya Press ©
Ava baranê deriyaçeyeke mezin li derdora konan li kampa Dlama li ser riya Sarmada çêkir – lens: Alaa fattrawi- horrya press

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل