Karên hunerî li “Soran” bakurê Helebê hatin li darxistin

فريق التحرير27 مارس 2019آخر تحديث :
Hindek ji xwendekarên keç û kur dema hebûna wan li pêşangehê ji bo nêrîna karên hunerî – lens : Hassan El-Esmer – Horrya press

Hassan El-Esmer – heleb – Horrya press

Rêveberiya perwerdê li bajarê Soran li gundewarê bakurê Helebê ,roja sêşembê, pêşangeheke hunerî li dibistana navîn a keçan li darxist, ku li pêşangehê de tabloyên kesên xwebexş û karên wan yên hunerî û xêzkirî jî hatin berçav kirin

Rêveberê perwerdê li bajarê Soran “Ebdo Şehûd” di axavtina xwe de ji bo horrya press diyar kir :”Pêşangeh li dibistana navîn a keçan li Soran di gel fermanberiya perwerda gerilî ya giridayî bi rêveberiya perwerdê ve hat li darxistin, pêşangehê pênç tabloyên şagirtên ku beşdarî di karên hunerî de kirîn, li gel 15 xwendekarên beşdarî di karên bi dest pêk hatî girt

“Şehûd” nîşan da, ku armanca vê pêşangehê ewe, ku karên xwendekaran di nav fermanberê de rûn bikin wekî karên hirî û çêkirina çenteyan, û da ku wan ji rewşa psîkolojîk ya ku wan heşt salên borî de dîtîn derxin

Rêveberî axavtina xwe bi dawî anî :” çavdêrî ji alîyê perwerdekarên kar di fermanberiya Perwerda gerilî û hindek ji mamosteyên hunerî li dibistana navîn a keçan tê”

Ji aliyê xwe ve, mamosta Besîma Haj Îbrahîm got ”di dema karê min di dibistanê de min dît ku behremendiya hunerî yên xwendekaran pirin, û ez di gel rêveberiya Perwerdê axivîm ji bo handana van behremendan bi riya pêşangehê de, û erênî li ser hat kirin”

Tê zanîn ku bajarê Soran giridaye bi bajarê Azazê ve li bakurê parêzgeha Helebê, û ji aliyê artêşa azad û artêşa Tirk di destpêka sala 2017’ê de ji destê rêxistina Dewleta Îslamî ” DAIŞ ”ê ve Di pêvajoya “mertala firatê” hat rêzgarkirin

Resmên xwendekarên dibistana navîn a keçan li bajarê Soran li bakurê Helebê – lens: Hassan El-Esmer – Horrya press
Yek ji tabloyan di nav pêşangeha jinan li bajarê Soran bakurê Helebê – lens: Hassan El-Esmer – Horrya press
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل