Koçberên Humsê seredana “Bîdrson” ji bo taxa Baba Emro şermezar dikin

فريق التحرير22 مارس 2019آخر تحديث :
Gelê Humsê yên koçber li El-Bab nerazîbûna xwe derbarî hatina Bîdrsonî ji bo taxa Baba Emro didin xuyakirin- lens: Hassan El-Esmer – Horrya press.

Hassan El-Esmer- Heleb- Horrya press:

Çalakvanên koçber li parêzgeha Humsê ,roja Inê, Seknandineke nerazîbûnê li derbarî hatina şanderê nanvnetwî “Gîr Bîdrson” ji bo taxa Baba Emro berya du rojan li darxistin.

Çalakvanan diyar kirin ku piwîst bû ku “Bîdrson” seredana deverên di bin kontrola rêjîma Esed de neke, û amaje kirin ku divê şander bê alî be di van rewşên xirab de yê ku li ser tevahiya Sûriyan derbas dibe.

Herweha endaziyar “Ebd El-Selam Siwîd” yek ji kesên ku ev seknandin li darxistin, di axavtina xwe de ji bo Horrya press diyar kir, ku komek ji çalakvanan “Seknandineke nerazîbûnê îro li darxistin wek bersivekî li ser seredana şanderê nanvnetwî ji bo Sûriyeyê, ji bo deverên li parêzgeha Humsê di nav de taxa Baba Emro mil bi milê parêzerê Humsê yê piştevanê desthilata Esed re”.

Li gorî nêrîna “El-Siwîd” seredana “Bîdrson” mafê dide rêjîma Esed ku tawan û kuştinê bike, û dibe pîrozbahiyek ji bo tawanên ku rêjîm derbarî gelê Sûriyeyê û xelkin deverê dike, gelek ji wan hatin kuştin û hindek aware bûn di welat de yan jî bûn penaber derveyê welêt.

Ji aliyê xwe ve “Ebd El-Karîm El-haj”, yek ji beşdaran, da zanîn “ev seknandina îro ji bo berdewamiya şanoyên rêjîmê yên bê dawî, Di çarçoveya Sûriya başe ta plangeriyeke derûnî ji bo dirêjkirina desthilata rejîmê îro bi şanoyeke nû girêdayî bi seredana şanderê nanvnetwî Bîdrson ji bo taxa Baba Emro”.

El-haj anî ziman ku “di herêma El-Boweda a rojhilat de ya nêzîkî Baba Emro, rêjîmê hijmarek ji karmandên xwe û nişteciyên gund û bajarokê nêzîk anîn qada bajêr, û mîdyayên wî hatina wan balav kirin ku ew xelkê deverê ne.

El-haj Berdewam kir “divê em van şanoyên rêjîmê ji hemû kesan re aşkere bikin û li ser serê wan şanderê nanvnetwî, ta vê seatê her kesek vedgere Humsê rastî girtin û leşkeriya neçar dibe, ne li bajar tenê belê li hemû deverên Sûriyeyê”.

Hêjaye gotinê ku taxa “Baba Emro” li parêzgeha Humsê yek ji taxên yekem bûn yên li dijî rêjîma Esed derketin, tevlo bombebaranên rêjîmê li ser wan bi hemû cureyên çekan di sala 2012’ê de.

Siloganek bi zimanê Erebî û Ingilîzî çalakvanan hilgirt li dijî seredana Bîdrson ji bo taxa Baba Emro- lens: Hassan El-Esmer – Horrya press.
Çalakvanên Humsê li dijî seredana şanderê nanvnetwî ji bo taxa Baba Emro- lens: Hassan El-Esmer- Horrya press.
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل