Balafirên Rûsî Komkujiyek li dijî malbateke başûrê Idlibê pêkanî

فريق التحرير21 مارس 2019آخر تحديث :
Xwîna yek ji qurbaniyên bombebaranên hêzên Esed li bajarê Muaraat El-Numan li başûrê parêzgeha Idlibê- lens: Hanîn El-Sayed- Horrya press.

Horrya press – Idlib:

Balafirên zordariya Rûsyayê ,nîvê şeva pênçşemê, bi êrîşên esmaniyên giran armanc li ser herêmên gundewarê başûr û rojavayê Idlibê kir, di encam de çend pekrewan û birîndar di nav sivîlan de ketin piraniya wan zarok bûn.

Nûçegehanê horrya press li Idlibê diyarkir, ku 5 kes ji malbatekî (bav û çar zarok) li bajarokê El-Feqî li başûrê Idlibê, herweha du kesên din jî birîndarbûn di encama êrîşên şevane yên balafirên leşkerî yên Rûsî.

Herweha peyamnêrê me nîşan da, ku balafirên zordariya Rûsyayê deverên cuda cuda ji gundewarê Idlibê bombebarankir, ku aliyên “Cisir El-Şixor” û gundê “El-Firîka” li rojavayê parêzgehê armanckir, tevlû êrîşên wekhev li ser bajarokên “El-Şêx mistefa, El-qesabîya, Tilals”, herweha derdora bajarokê “Kefir Roma, Bisîda, Kefer Sicna” û derdora bajarê “Maraat El-Numan” li nîzîkî leşkergeha “El-hamedîya” li başûrê Idlibê.

Nûçegehanî dîyarkir ku şeş balafirên leşkerî yên Rûsî ji bingeha Hmyemîmê nîva şeva borî de derketin, bi dehên êrîşan dever bombebarankir li gorî çavkaniyên şoreşgeran li Idlibê, tekezkir ku hemû deverên hatîn armanckirin deverên sivîlin û çi alîkî leşkerî têda nîne.

Hêzên Esed û piştevanên wê yên Rûsî bombebaranên xwe yên esmanî û moşekî li ser parêzgeha Idlibê di rojên borî de zêdekirin, ya ku bo sedema kuştin û birîndarkirina sedên sivîlan, tevlo tevgereke koçberiyeke mezin di nav niştecîyan de.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل