Bi deh hezar welatiyên sivîl ji Idlibê koçber dibin ji ber kiryarên rejîmê yên dijminkarî

فريق التحرير17 مارس 2019آخر تحديث :
otomobîlek li ser otistirada bejahî ya navnetewî li nêzîkî bajarê Me’rt El-Ni’hman ku rahiştiye firaxên malbateke kocber ji bajarê Xanşêxûn ber bi bakur – kamîra: Ala Fitrawî- horrya Press ©

Horrya Press:

Tîma ” kordînasyona bersivdana Sûriyê ” got ku hejmara kesên koçber dibin ji devera “bêçek” û deverên din, heta niha gihiştiye 17 467 malbatan bi qasî 110393 kesî, hevdem ligel berdewamiya pêlên koçberan ji deverên têne topbarankirin ji aliyê rejîma Esed û Rûsyayê bi awayekî demî.

Tîmê îro şemiyê di daxuyaniyekê de balkişand li ser berdewamiya êrîşên leşkerî yên dijminane ji aliyê hêzên rejîma Esed bi piştgiriya kefîlên wê ” Rûsya, Îran” her ji destpêka sibata borî ve, li ser deverên bakur-rojavayê Sûriyê bi giştî, û li ser devera “bêçek” bi taybetî.

Tîmê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hejmara deverên hatine topbarankirin ji aliyê hêzên rejîma Esed di navbera 8’ê adar / March û 15’ê adarê de, ku ji aliyê tîma navhatî ve hatiye dokumentkirin gihiştine zêdetir ji 89 xalan ku wiha hatin belavkirin: “parêzgeha Idlibê 39 xal, parêzgeha Hema 34 xal, û parêzgeha Helebê 16 xal”.

Tîma kordînasyona bersivdanê tekez kir ku zêdetir ji 14 pêgeh ji aliyê balafirên leşkerî yên Rûsî û hêzên rejîma Esed hatine topbaran kirin, di nav de şeş pêgeh ji aliyê balafirên Rûsya bi awayekî rasterast hatine bombebaran kirin.

Li gor daxuyaniyê, ku hejmara kuştî û birîndarên sivîl her ji destpêka kampanya leşkerî ya rejîma Esed li herêmê gihiştiye heta roja 15.03.2019 bêtir ji 150 şehîdan di nav de 53 zarok, li ser her sê parêzgehên wiha hatin belavkirin: ” parêzgeha Idlibê, 130 şehîd, Hama 18 şehîd, û Heleb du şehîd”.

Tîma Kordînasyona bersivdana Sûriyê, hemû kiryarên leşkerî yên rejîmê û hevalbendên wê û gerantorên wê Rûsya û Îranê, yên bi armanca peydakirina nearamiyê li devera kêmkirina şer ya yekem şermezar kir, herwisa hemû formên êrîşen terorîstî yên ji aliyê Rûsyayê, bi riya daxuyaniyên rayedarên wê şermezar kir, bi şermezarkirina bikaranîna hêza leşkerî li dijî sivîlan bi armanca berevajîkirina peymana Idlib û fişara li ser welatên piştgir bi sivîlên parêzgeha Idlib û navçeyên derdora wê re.

Daxuyaniya tîma kordînasyonê dakokî kir li ser ku bikaranîna hêza leşkerî bi awayekî demdemî ji aliyê rejîma Esed, Rûsya û Îran, nebûna cidîyetê li ser pêbendbûna wan welatan bi peymana Idlib û naveroka xalên wê xuya dike, bi riya koçberkirina bi deh hezaran zarok, jin û kesên kal û pîr û ji herêmên têne topbaran kirin.

Tîmê bang li civaka navnetewî û rêxistinên navnetewî kiriye ji rabin bi erk û berpirsyariyên xwe bi temamî li hemberî welatiyên sivîl li herêmên bakurê rojavayê Sûriyê, û bang li hemû rêxistinên mirovahî kir ji bo ku hewlên zêdetir bikin ji bo bidestxistina aramî û alîkariyên însanî ji bo sivîlên koçber ji deverên şer û ji bo pêškêşkirina hemû awayên piştgirî ji bo wan bi tevayî.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل