Çavkaniyeke taybet ji bo Horrya press: “Rêjîmê meha çûyî de biryara bombekirina Siwêda da

فريق التحرير13 مارس 2019آخر تحديث :
Cadeya El-Mihûrî di navenda Siwêda de – Lens: Şadi El-Dabbisi – Horrya Press ©

Şadi El-Dabbisi – Siwêda – Horrya Press:

“Horrya press” ji aliyê çavkaniyên taybet ve hat agahkirin, bi hatina biryaran ji şama paytext, di dawiya meha sibata borî de, ji bo êrîşkirina bajêr bi topên Hawinê, lê çend efser û endamên koma leşkerî ew biryar redkirin û qebûl nekirin.

Çavkaniyeke taybet -xwest ku binav nekin- ji Horrya press re diyarkir, ku “biruskek ji Şama paytaxt ,roja sêşemê, 26/2/2019 gehişt komeke leşkerî di bajarokê “El-Mcdil” li gundewarê rojavayê Siwêda, pêwîstî bi dayîna koma leşkerî ya li bajarokê “Arra” li rojhilatê Siwêda ya li ser mîlakê koma leşkeriya sereke li bajarokê “El-Macdil” de, bi êrîşkirina bajarê Siwêda bi topên Hawinê.

Herweha çavkaniyî nîşan kir, ku ” endam û efserên koma leşkerî li bajarokê “Arra” ya ku piraniya wan ji parêzgeha Siwêda ne, biryara leşkerî bi topbarankirina bajêr redkirin”, û amaje kir ku “komên leşkerî ji endam û efserên ku biryara leşkerî redkirîn hatin veguhestin ji bo xalin din di heman komê de “.

Çavkaniyî zelal kir, ku “topên komê li bajarokê “Arra” zêdetir ji du mehên çûyî ve hatine dayîn beramberê navenda bajarê Siwêda, da ku biryara Şama paytext bi hazirkirina du topên qasî (120 mm), bi lêdana du armancan li nava bajêr,” û çavkaniyê diyar kir ku “herdu armancên ku rêjîma Esed xwest êrîş bike dikevin nava bajarê Siwêda de, yekem ji wan ji avahiya polîsên leşkerî tenê bi qasî sed mêtireyan dûre, û ya duyem bi tenê sed metreyan ji avahiya parêzgeha Siwêda dûre”.

Çavkaniyê hebûna launcher mûşekan di bajarokê “Zebîn” li gundewarê başûr û rojavayê Siwêda daxuyakirin, ya ku hatî amadekirin bi çil topên berf parêzgehê ve.

Rêjîma Esed di çend salên borî de bi topên Hawinê parêzgeha Siwêda armanckirbû, ji aliyê komên xwe yên leşkerî ve, di bizavekî de da ku artêşa “Azad” ya ku kontrol li ser Darayê dikir tewanbar bike bi êrîşkirina bajêr, da ku fitinekî di navbera herdu ciranan Draa û Siwêda de hilbike.

Pevçûn bi çekên sivik û giran ,roja înê, di navbera hewelatiyên bajarê Siwêda û hêmanên li ser sikrê Zehir El-Cebel li bajêr rûdabû, piştî redkirina gencê binavê “Wijdî Aştî” dayîna nasnama xwe ji bo sikrê hêmanan, û di encama pevçûnan di gel leşkerên rêjîmê “Aştî” birîndarbû, û di encama birînin wî yên dijwar roja din jiyana xwe ji dest da.

Tê zanîn ku girupên “El-Şiryan El-Wahid”” ya ku ji komên firaksîyonên herêmî li Siwêda pêk tê, di heman demê de artêşa Esed hişyarkirbû ji hewldanên bê ser û ber li parêzgeha Siwêda, li gorî daxuyaniya koman di demeke borî de belavkir bû.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل