Sivîlan li Darayê bi xwepêşandanekê vegerandina peykerê Esedê bav red kirin

فريق التحرير10 مارس 2019آخر تحديث :
Xwenîşandanek li Darayê bang dike bi rûxandina rêjîma Esed û vegerandina peykerê “Hafiz Esed” li navenda bajêr şermezardike – toreyên civakî.

Luceyîn El-Milîhan – Daraa – Horrya Press:

Xwepêşander ,roja yekşemê, li hemû taxên “Dara El-Beled” li parêzgeha Darayê li başûrê Sûriyeyê derketin, daxwaza rûxandina rêjîma Beşar El-Esed kirin, û herweha vegerandina peykerê “Hafîz Esed” li parêzgehê red kirin.

çavkaniyên herêmî ji bo horrya press diyar kirin, ku “bi sedan xwenîşander di xwepêşandaneke aştiyane ji mizgefta Omari li Daraa El-Beled derket, banga rûxandina rêjîmê û gazinda vegerandina peykerê” Hafiz El-Esed ” li navenda Daraa El-Meheta kirin, herweha daxwaza serbestberdana kesên hatin binçavkirin û çarenûsa wan kirin.”

Çavkaniyan nîşan kirin, ku “xwenîşander berf goristana şehîdên ku ji aliyê bombebaranên hêzên Esed ve hatîn kuştin çûn, û baweriyên xwe ji bo şoreşa Sûriyeyê nû kirin, û tekez kirin li ser “Redkirina wan bi temamî ji vegerandina peykerê kujerê mezin li navenda Darayê”.

Çavkaniyan bîranîn ku “xwenîşanderan dirûşmên qonaxa pêşî ya şoreşê anîn ziman, wekî” Sûriya bijî û Esed biherfe”,. Û “Daraa Azad e”, û” dayê me bi xaka te atrêşa Esed binaxkir”, û “Sûriya ya me ye ne ya mala Esed e”, Û “ey Idilib Daraa digel te ye ta mirinê”, û herweha dirûşmên din yên şoreşa azad û rûmetê.

Li gor çavkaniyan, Daraa El-Meheta qerebalixeke ewlekarî yên hêzên Esed dít, dema kesên nenas agir berdan li ser çûneke piştgir ji rêjîmê re.

Xwenîşandanek li Daraa El-Beled banga rûxandina rêjîma Esed dike, û vegerandina peykerê “Hafîz El-Esed” li navenda bajêr şermezardike- toreyên çivakî.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل