Balafirên Esed gundewarê Idlibê êrîş dike

فريق التحرير10 مارس 2019آخر تحديث :
Tîmên Parastina Sîvîl piştî bombebaranên balafirên rûsyayê li bajarokê Mohmbal li gundewarê Cisir El-Şixor agirî divemirîn e- Arşîf -Lens: Alaa Fetrawi – Horrya Press ©

Idlib – Horrya press:

Zarokek hat kuştin û çendek din jî birîndarbûn, li roja şemiyê, di encama êrîşên hewayî ji aliyê balefirên rejîma Esad, li dijî gundên başûr û rojhilatê Idlibê.

Nûçegihanê horrya press diyar kir, ku balefirên şer ên rejîma Esed li rojhilata parêzgeha Seraqibê bi çend êrîşên esmanî armanckir, ku di encamê de zaroke hat kuştin û çend sivîl jî birîndarbûn, ji bilî zirarên madî li ser milkên xelkê.

Nûçegehanê horrya press herweha nîşan da ku tîmên parastina sivîl berê xwe dan cihên armanckirî, û hewil dan ku birîndaran veguheze ji bo xalên nizîk yên tendirustiyê.

Herweha balefirên Esed bi bombeyên steric derdora bajarokê “Marchmarin” li gundewarê başûrê Idlibê, û “Khan El-Sîl” li rojhilata başûrê parêzgehê armanckir.

Di demekî din de ji vê rojê, çalakvaneke mîdyayê yê ku bi tîmên parastina sivîl re kar dikir hat kuştin, û du karmandên din jî yên parastina sivîl li gundewarê Cisir El-Şixor birîndarbûn, di encama êrîşên balefirên şer yên Rûsî li ser herêmê, di pêşketineke nû de di oprasyona zêdebûna şer ya ku bajar û bajarokên Idlibe û Hama rastî wê tên.

Bajarên Seraqib û Khan Shaikhoun û bajarokên Marchuren û Telmns û Bidama, îro, rastî topbaranên bi moşekan ji aliyê hêzên Esed ve hatin, ya ku deverên tejî sivîl armanckir, û ya ku bo sedema kuştina sivîlekî ji Seraqibê û çend sivîlên din jî birîndarbûn.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل