Hinek rêkxistin, beriya roja cîhaniya jinan, êş û azarên jinan di girtîgehên rijîma Esed de, li bîrtînin.

فريق التحرير17 مارس 2019آخر تحديث :
Karwaneke wijdanê ji bo piştgirîya girtiyên di zindanên Esed de li bajêr Antakîya a Tirkî, 8ê Adara 2018’ê- lensa Baraa Berekat

Yasser Mihemed – Horrya press:

Çend rêxistinên çalak yên xwecihî û navnetewî di kar û barê mafên mirovan de êşkencekirin û azarên girtiyên jin di zindanên rêjîma Esed de bîranîn, di heman demê de bi roja cihanî a jinê re ya dikeve roja înê, heştê Adarê de.

Ji Cenevre Rêxistina hewarhatinaTirkan daxwazkir, roja çarşemê, ji bo serbestberdana yekser ya zêdetir ji heft hezar girtiyên jin yên ku rastî êşkence kirinê tên di zindanên rêjîma Esed de ne.

Ev gotin di semînera ku desteya hewarhatina tirkan (E Ha Ha) li ofisa netewên yekbûyî li bajarê Cenevrê ya Siwîsrî hatî li darxistin, ji bo gengeşekirina binpêkirina mafên mirovan li Sûriyeyê, û rewşa girtiyên jin û zarokên wan di zindanên rejîmê de, Li gorî ajansa Anadol.

“Gareth Presse” Parêzerê Brîtanyayê di gotina xwe li semînerê de got:” Bi hezaran dayik û zarok di girtîgehên Sûrîyê de têne êşkence kirin, gelek ji wan hatine binçavkirin, û termên wan hatine avêştin”.

Di heman çarçoveyê de; “Tevgera wijdan” a navnetewî gazîya xwepêşandanên mezin di hemû parêzgehên Tirkiyê sibehî kir, ji bo doza serbestberdana yekser û bê merc, li ser jin û zarokên hatîn binçavkirin di girtîgehên Esed de.

Tevger bi armanca balkişandina civaka navneteweyî ji bo doza jinên Sûrî û azarên wan bi zindan, êşkence, destdirêjiya sêksî, û di dawiyê de mirin yan penabertî.

Û tê pêşbînîkirin ku zêdetir ji 2000 rêxisyinên tirkî û herweha 110 ji welatên seranserê cîhanê wê beşdarbûnê di xwenîşandanan de bikin, û herweha hemû beşdar wê destên xwe bi paçikan girê bidin, dîmenên girtiya sûrî di “qêrîneke bêdeng” vedenga wê li seranserî cîhanê xiraptir dibe.

Herweha “Tevgera Wijdanê” bi hilmeteke îmzekirina bi milyonan kir, da ku balê civaka navnetewî bikşîne li ser azarên girtîyên Sûriyê, û beşdar bibin di berdana wan de.

Berdevkê tevgerê “Murat Yilmaz” got ku, zêdetir ji 7 hezar jin û zarok hatine binçavkirin di girtîgehên rejîma Esed de.

Û li ser cureyên êşkenciya hovane ya ku rêjîma Esed bikartîne, Eyşa Humeira Qutlo Davudoglu Kara Yale,

pispora di psîkolojiyê de, got ku “rejîma Beşar El-Esed êşkencekirin û destdirêjiyê dike wek çekekî şerî.

“Kara yale” di hevpeyvîneke xwe de bi ajansa El-Enadol de ,duh, diyar kir ku, ew lêkolînan ji 3 salan ve

amade dike, li ser bandorên şerê psîkolojîk li ser jin û zarokên Sûriyê, wê kiryarên rejîma Esed li hemberî girtiyan wek pêkanînên Sirban li Bosna û Hersek berya çend salan dît, wek destdirêjîya sêksî li ser jinan, û bikaranîna destdirêjîyê û êşkenceyê weke çekekî şer.

Wê diyar kir ku destdirêjîya sêksî yek ji tiştên herî giringe ku kesayetiya jinan bi giştî, û jina Musliman bi şêweyeke taybet jinav dibe.

Di van salên şerê rejîma Esed li dijî gelê Sûriyeyê de, saziyên mafên mirovan, û medyan bi hezaran bûyerên destdirêjîya sêksî li hember girtiyên jin dokumentkirin, ku wê jiyana jinan kir karesat Piştî ku ew ji girtîgehê serbest dibin.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل