kampên Sûriyan li Urdun û Lubnanê bi ava baran û befirê têne binavkirin

فريق التحرير1 مارس 2019آخر تحديث :
Zarokek li ser gola ava bi baranbarîna dijwar çêbûyî rêve diçe li kampa El-Zatarî ya penaberên Sûrî- komîsyona bilind a. Penaberan “UNHCR”.

Horrya press:

Kampên penaberên Sûrî li Urdun û Lubnanê di çarçoveya baranbarîna giran û di egera bahoza dawîyê li ser herêmê ,roja pênşemê, hatin binavkirin.

Di kampên Arsal li lubnanê, çalakvanan wêne û vîdio belavkirin têde noqkirina kampên penaberên Sûrî li bajarokê Ancr diyarkirin, her weha hindek vîdio belavkirin di dema yekem ya befirbarînê li ser kampên Arsalê.

Li Urdun, kampa Zaterî ya penaberên Sûrî li bakurê Urdunê baranbarîneke giran dît di gel komên piçûk yên avê di nava kerevanan de.

Komîsyona bilind “UNHCR” sê malbat ji kerevanan derxistin, bi sedema çûna avê li hundir de,. Ku hatin veguhestin ji bo devereke aram li kampê.

Campa Zaterî ya penaberên Sûrî di dema bahoza baranbarînê – komîsyona bilind “UNHCR”.

Ji alîyeke din ve, Fermandariya Polîsê Badia 46 kes ji penaberên Sûrî yên ku li kampê niştecîbûn li devera Menca hatin veguhestin ji bo dibistanekî li herêmê.

Herêmên dewlata El-Şam rastî nimzbûnekî di pileyên hewayê de tê, di gel baranbarîneke dijwar, ya ku Îro bandora wê çalaktir dibe di gel befirbarînê li deverên çiyayî.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل