Li Derayê binçavkirina welatiyên sivîl û serbazên xudan pilêtên peymana çareseriyê

فريق التحرير27 فبراير 2019آخر تحديث :
Otobuseke ku penaberên Sûrî vediguhêst ji Derayê li ser hajizekî li bajarokê Bosra başûrê Sûriyeyê sekinîye – Fotografiya VCG.

:Luceyin Melihan – Horrya Press

.hêzên rejîma Esed bi hilmeteke girtinê li bajarên “Dael” û “Şêx miskîn” di gundewarê Darayê rabû, têda endamên artêşa Azad yên berê û welatiyên sivîl yên ku kartên çareseriyê hildigirtin hatin girtin

Li gorî çavkaniyên herêmî ji bo Horrya press, daxwaza gelê Derayê ji hêzên Esed bi serbestkirina girtiyan beramber wê daxwazê hêzên Esed bi hilmeteke girtinê li ser bajarên “Dael” û “Şêx Miskîn” rabû, têda endamên artêşa Azad yên berê û welatiyên sivîl yên ku kartên çareseriyê hildigirtin hatin girtin

Çavkaniyan diyar kirin, ku girtin di bin hinceta leşkeriya neçar de hat, lê tevî ku piraniya welatiyên sivîl û serbazên kartên çareserkirinê hildigrin ya ku xudanê kartê diparêze ji girtinê, ev bo sedem da gelê Derayê vê tiştê wek “keniyên li ser rî” şirove bikin, û diyar kirin ku rêjîm çi carî sozên xwe bi cî nake

Çavkaniyan amaje kirin ku serokê Muxaberatên Leşkerî di rejîma Esed de, ” Muhemed Mhla ”, di serdana xwe ya ji bo Derayê gotibû ku ew yên girtiyan serbest bikin, di destpêşxeriya baweriyê de,. Û got ku biryara berdana 28 girtiyan hatiy e, ya ku paşê hate diyarkirin ku ew endamên ” Feilqa pênçê” ne, û endamên ku tevlû hêzên Esed ji nû bûn, ew demeke kurt de hatbûn girtin

Vê serdanê sê herêmên li rojavayê bajêr vegirt, li wir hindek kes hene ku bi hesanî dikarin derbas bibin, welatiyên sivîl li “Deraa beled û um Meyazin” daxwaza serbestkirina kesên hatîn binçavkirin dikin

Bersiva Lûwaa ew bû ku ” hemû kesên ku berî sala 2013’ê de hatîn binçavkirin hatine kuştin, lê kesên ku di navbera sala 2013 û 2016’ê de rewşa wan gelek aloze, lê emê rewşa girtîyên piştî 2016’ê de hatîn binçavkirin bişopînin

Çavkaniyan tekezkirin ku Luwaa hindek biryarên nû dan hêzên Esed û milîsên alîgirên wan re bi girtina hejmareke nû ji parêzgeha Deraayê di van herdu rojên borî de li “Daal” û “Şêx Miskin.”

Wî destnîşankir, ku ”çi hemahingî di navbera şaxên ewlekariyê li wir tune ye, wek ku şaxê ewlekariya leşkerî hindek kesên sivîl ji lîsteyên xastî rakirin, lê şaxên Muxaberatên esmanî û Hêzên Ewlekariya Siyasî û Dezgehên Dewletê ev qebûl nekir û berdewam ji bo girtina kesên sivîl dike”

Di nav girtiyên bajarê Şêx Miskîn hat naskirin her yek ji van ” Husnî Sabîh, Mihemed El-hca, Edhem al-Absi, Mihemed Sarhan û Nader Abu Şilaş ”, ew endamên berê yên artêşa Azadin û kartên çareseriyê hildigrin, her weha li bajarê Daelyê hatin zanîn ” Yûsif Ibrahîm el-Herîrî (keseke pîr) Û kurê wî Moatasem Herirî, ew xwedî pidivîyên taybet e”.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل