Bi êrîşên esmanî li ser ”Khan Shaikhoun” li Idlibê sê zarokan jiyana xwe ji dest dan

فريق التحرير26 فبراير 2019آخر تحديث :
Xwebexşên di nav Parastina Sivîl de termên qurbaniyên bombebaranên esmanî yên ku balafirên zordariya Rûsyayê bi moşekên giran li ser gundê El-Neqîr başûrê Idlibê pêkanîbûn, Sêşembê, 8’ê gulana 2018, Horrya press ©

Idlib – Horrya press:

Di encama êrîşên esmanî ji aliyê balafirên rêjîma Esed ve li ser gundewarê başûrê Idilbê, roja sêşemê, sê zarokan jiyana xwe ji dest dan û çend kesên sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî nûçegihanê Horrya press, balafirên leşkerî yên rêjîma Esed bi mûşekên tojandî taxên bajarê Khan Sheikun, li başûrê Idlibê armackirin, di encam de sê zarokan jiyana xwe ji dest dan û çend kesên sivîl jî birîndar bûn.

Nûçegihanê me ragihand ku tîmên parastina sivîl termên zarokan di bin paşmayêt avahiyên herifî de derxistin, û birîndar jî veguhestin bo nexweşxaneyan ji bo dermankirina rastîn.

Her weha balafirên leşkerî bi mûşekên tojandî bajarê Serqib li gundewarê Idilibê armackir, û du encam de birîndar hebûn.

Piştî ku hêzên rêjîma Esed , îro sêşemê, êrîşên xwe li ser herêmên “çek jêbirî” li gundewarê başûrê Idlibê nûkirin du jinan jiyana xwe ji dest dan.

Êrîşên hewayî ji aliyê hêzên Esed ve zêde dibin li ser deverên “çek jêbirî” li gundewarê başûrê Idlibê û bakûrê Hamayê, ya rêkeftin li ser hatî dayîn di navbera Rûsya û Tirkiyê di Tîrmeha borî de, ku bû sedema kûçberbûneke berfireh piştî kuştina dehan ji sivîlan.

Bombebaranên bi êrîşên hewayî ji aliyê balafirên leşkerî ve, cara yekem e pişt îmzekirina rêkeftina ”Soçiyê” di navbera Tirkiye û Rûsyayê di îlona sala borî de.

Di çend rojên borî de firokeyên giran ji aliyê balafirên Rûsyeyê ve li ser deverên başûrê Idlibê û bakûrê Hamayê di geriyan bi şêweyekî berfireh, di bin bombebaranên berdewam yên li ser herêmê.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل