Xwepêşandanek li gundewarê Helebê ji bo piştgiriya kesên girtî di girtîgehên Esed de

فريق التحرير26 فبراير 2019آخر تحديث :
Xwepêşender daxwaza serbestberdana girtiyên di girtîgehên rejîmê de kirin Kamîra Hesan Al Asmer – Horrya Press ©

Heleb – Horrya press:

Koçberên kampa Zûxira û bajarê Babê li rojhilatê Helebê, li roja duşemê, çend xwepêşandan l8darxistin ji bo piştgiriya girtiyên di zindanên rejîma Esed de, û têda daxwaza eşkerkirina çarnivîsa girtiyan ji civaka navnetewî kirin.

“Imad Abu Ali”, yek ji koçberên bajarê Humsê, ji Horrya press re got: “xwepêşand ji bo armanca piştgiriya bi girtiyên di zindanên rejîma Esed de ye, herwiha em ji rêxistinên xêrxwaz û civaka navnetewî daxwaza fişaran li ser rejîmê dikin ji bo serbestberdana girtiyan bi awayekî bilez”.

Herwiha got ku “xwepêşandan herwiha jî hatiye bi aramanca diyarkirina rewşa kesên hatine binçav û bêserûşûnkirin ji aliyê rejîmê, ji bo lezandina pêvajoya eşkerekirina çarnivîsa bi hezaran”.

Jinên bajarê Babê pankartan li dijî operasyonên terorkirina girtiyan di girtîgehên Esed de bilind dikin – kamîra: Hesan Al Asmar – Horrya press ©
Jinên bajarê Babê pankartan bi şermezarkirina kiryarên kuştinê di zîndanên Esed de dikin – kamîra: Hesan Al Asmar – Horrya press ©
Zarok li kampa Zûxira li Bakurê Helebê ala şoreşa sûrî bilind dike – kamîra: Hesan Al Asmar – Horrya press ©

Ji aliyekê din, ji aliyê çalakvan û şêniyên bajarokê “Dabiq” xwepêşandanek ji bo serbestberdana girtiyên şoreşê yên di girtîgehên rêjîma Esed de lidarxistin.

”Mihemed el-Ehmed ”, nişteciyekî bajêr, di axaftina xwe de ji Horrya press re got ku “çend xwepêşandan li bakurê Sûriyê li Axtarin û Dabiq û Babê û Cerablos hatin lidarxistin, û me di kordînasyona bajarê Dabiq de xwepêşandanek lidarxist ji bo piştgiriya birayên me yên hatine binçavkirin di girtîgehên rejîma Esed de”.

El-Ehmed got ku ” ji berî destpêkirina xwepêşandanê me îfadeyên girtîyên berê nîzîkî nîv demjimêrî pêşkêşkirin û paşê me dest bi xwepêşanda piştgiriyê kir, û têda me pankartên piştevaniyê ligel birayên me yên hatin binçav û bêserşûnkirin di girtîgehên Esed de bilindkirin, û me daxwaz ji civaka navnetewî û rêxistinên mirovahî kir ji bona lezkirina fayilê kesên hatin binçavkirin, yê dûr ji hemû civînên têne lidarxistin”.

Diyarkirina çavdêriya hindek girtiyên berê di zindanên rejîma Esed de berya seknandin destpê bike li bajarê Dabq li bakûrê Helebê – lens: Hesen El-Asmar – Horrya Press ©
Seknandineke hevgirtinê bi girtiyên şoreşê re li bajarê Dabq bakûrê Helebê – lens: Hesen El-Asmar – Horrya Press ©

Çalakvanan li bajêr Azazê li bakûrê Helebê herweha seknandineke piştgirtinê li dar xistin, daxwaza serbestkirina girtiyan di zindanên rejîma Esed de kirin, herweh bang li civaka navneteweyî kirin ku çareseriyeke bi lez û lezgîn ji bo girtiyan di zindanan de serbest bikin.

Seknandineke Piştgiriyê bi girtiyên di zindanên rêjîma Esed de li Azazê bakûrê Helebê – lens: Hesen El-Asmar – horrya Press ©
Çalakvanên jin beşdariyê di piştgiriya li bajarê Azazê li bakûrê Helebê de dikin – Lens: Hesen El-Asmar – horrya Press ©

Dê heman demê de, çalakvanan û serhildêran li bajarê Axtrîn bakûrê parêzgeha Helebê Seknandineke Piştgiriyê li dar xistin, ji bo girtiyên şoreşê di girtîgehên rejîma Esed de, her weha bang li rêxistin û civaka navneteweyî kir ji bo bilez girtiyan ji zindanên rêjîmê de serbest bikin.

Seknandineke Piştgiriyê ji bo girtiyên şoreşê li bajarê Axtirîn li bakûrê Helebê – Lens: Hesen El-Asmar – Horrya Press ©
Siloganek ji aliyê çalakvanan ve li Axtirînê bakûrê Helebê piştgiriya girtiyên di zindanên Esed de dike – lens: Hesen El-Asmar – horrya Press ©
Siloganek ji aliyê çalakvanan ve li Axtirînê bakûrê Helebê piştgiriya girtiyên di zindanên Esed de dike – lens: Hesen El-Asmar – horrya Press ©

Her weha bajarê Cerablûsê, li rojhilatê parêzgeha Helebê, roja duşemê, piştgirîyek bi girtiyên di girtîgehên Esed de dît, daxwaz kirin ku badeka girtiyan li cem milîsên “QSD” û rêjîma Esed û rêxistina “DAIŞ”ê danên li pêşiya badekên ku di civakên navnetewî yên tên gengeşekirin.

” Said Abu Jader ” fermandarê leşkerî yên “eniya Sham” ,”komên serhildêrên ku di Cerablûsê de hene ji hemû parêzgehên Sûriyê da piştgiriya girtîgehên di zindanên Esed û “QSD” û “DAIŞ”ê de, ev kesên ku cîhanê hemû ew jibîr kirine, her roj li wir pekrewan hene, û di zindanên Esed de hezarên girtiyên di bin îşkenceyê de mirin, û rûmeta hezaran binpêkirin, û bi sedan zarok di girtîgehan de ji dayik bûn di encama xirabiya celaddei Esed”.

El-Jader daxwaz li ” Azadên cîhanê li her derî kir, ku van kesan rêzgar bikin ji van kujeran, û her weha bang li mafên mirovan û rêxixtinên navnetewî kir ku badeka girtiyan danê li ser badekên danûstandinan”.

Xwepêşandaneke piştgiryê bi girtiyên di zindanên rêjîma Esed de li Cerablû

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل