Komkujiyek ji aliyê hêzên Esed li Ma’arat Al-Nu’man hat pêkanîn û têde pênc zarok hatin kuştin

فريق التحرير22 فبراير 2019آخر تحديث :
Komkujiyek ji aliyê hêzên Esed li Ma’arat Al-Nu’man hat pêkanîn û têde pênc zarok hatin kuştinDema hatina otomobîlên parastina sivîl li cihê kumkojîya bi êrîşên hêzên Esed li Ma’arat Al-Nu’man Başûrê Idlibê – Lens: Hanîn El-Sayed – Horrya Press ©

Idlib – Horrya press:

Hêzên rejîma Esed komkujiyeke xerab kir, Roja Înê, di encamê de 6 welatiyên sivîl hatin kuştin, di nav wan de 5 zarok jî hebûn, her weha çend welatiyên sivîl yên din jî birîndar bûn, bi bombeyên giran û mûşekên deaktîv, li dijî bajarê Ma’arat Al-Nu’man li başûrê Idlibê.

Li gorî nûçegihanê Horrya press, ku hêzên Esed li bajêr Ma’arat Al-Nu’man li başûr parêzgeha Idlibê bi roketên giran armanckir, ku di encamê de 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan di nav wan de 5 zarok jî hebûn, û çendek din jî birîndar bûn.

Nûçegehanî diyar kir ku tîmên parastina sivîl termên zarokan û birîndar veguhastin li nexweşxaneyan û navendên tendurustî ji bo dermankirinê.

Peyamnêrê me nîşan da ku hêzên Esed herweha Xanşêxon, Bdama, Janûdiyê û derdora Seraqibê li başûr û rojhilatê Idlîbê êrîş kir, û aşkere kir ku balafirên şer bi şêweyekî berfireh li ser parêzgeha Idilbê berdewam dike.

Hejmarek ji welatiyên sivîl birîndar bibûn, duh pênşembê, di encama greva mûşekan tund ji aliyê hêzên rejîma Esed li ser herêmên gundewarê parêzgeha Idilbê.

Rêjîma Esed Oparasyonên xwe li ser herêmên rizgarkirî li Hema û Idlibê zêde kirin, piştî dawiya civîna sê-rêya di navbera serokên ” Tirkiye, Rûsya, Îran ” de li ” Soçiyê ” a Russia li ser karûbarên Sûriyeyê, ya ku partiyên di nav de tekez kirin li ser hewldanên zêde ji bo seknandina agir li Idlîbê.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل