Koçberên El-Rikban: Em naxwazin vegerin herêmên Esed û çi rastiya daxuyaniyên Rûsyayê nînin

فريق التحرير16 فبراير 2019آخر تحديث :
Kampa El-Rikban li ser sînorê Sûrîyê-Urdunê – Arşîva Horrya press

Berdevkê fermî yê Wezareta Parastina Rûsyayê Igor Konashnikov got, ku penaberên kampa El-Rikban bi şêweyekî xurtî ji aliyê çekdarên ku Dewletên Yekbûyî piştgiriya wan dike hatin desteserkirin.

Ajansa Rûsî “Sputnik” ji Konashnikov gontina wî bir, ya dibêje :” sehkirina ku nûnerên komela heyva sor a Sûrî çêkirî, ku piraniya penaberên El-Rikban li ser destê hêzên ku Dewletên Yekbûyî piştevaniya wan digre hatine desteserkirin “.

Berdewam kir ku ” penaber ti agahî li ser vegera bi ewlehî ji bo cihên wan yên berê nînin”, diyar kir ku “Rûsya û deshilatên rêjîmê gelek caran tekez kir li ser alîkariyên wan ji bo van penaberên di herêmên di bin kontrola hikumetê de.”

Ji alîkî din ve, çavkaniyên herêmî di nava kampê de ji Horrya press re daxuyniyên Rûsyayê redkirin, û tekezkirin li ser redkirina wan ji bo vegerê li herêmên di destê hêzên Esed de yên ku bûn sedema koçberbûna wan, û destnîşan kirin ku rêveberiya sivîl di kampê de daxwazên xwe ji bo veguhestina koçberan ji bo bakurê Sûriyê di bin parastina hêzên koalîsyona navnetewî nûkirin.

Neteweyên Yekbûyî karbû di destpêka meha şibatê de karwaneke alîkariyê ji bo kampa El-Rikban li ser sinorê Urdunê bîne, piştî çend mehan ji qutkirina alîkariyan di encama nerazîbûna rêjîma Esed ji anîna alîkariyan ji bo koçberên sûrî yên binçavkirî li wir.

hêzên Esed li ser kampa El-Rikban li ser sînorê Sûriyê-Urdunê dorpêçkirineke qirkirinê dike, ji cotmeha par de, ya ku rê li ber xwarin û derman girt, di naverasta pêdaçûnê ji rêveberiya kampê ji bo rizgarkirina bêtir ji 50 hezar kes li hundir bi şert û mercên xirab û dijwar de.

Hêzên Esed û Rûsiya fişarê li ser hezaran sivîl li kampa El-Rikban de dikin, ji bo qebûl kirina agirbestê û vegerandina wan ji bo herêmên jê koçberbûyîn, yên di bin kontrola rêjîma Esed de, bi riya qedexekirina hatina alîkariyên mirovahî û otomobîlên xwarinê, di dema ku ji civaka navneteweyî re daxwaziya xwe dide xuyakirin bi vegerandin û ewlehiya wan.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل