Hêzên Esed li Khan Shaykhoun-ê li Idlibê Komkujiyeke hovane kir

فريق التحرير15 فبراير 2019آخر تحديث :
Du jinan jiyana xwe ji dest dan û zarokek birîndar bû di encama êrîşekî mûşekan li ser taxên bajarê xan şêxon li Idlibê – tîmên Parastina sivîl a sûrî.

Idlib – Horrya press:

Hijmarek ji sivîlan jiyana xwe ji dest dan û hijmarek din birîndar bûn ,roja înê, bi mûşek û topbarên giran ji alîyê hêzên Esed ve li ser gundewarê parêzgeha başûrê Idlibê.

Nûçegihanê Horrya press diyar kir, ku hêzên Esed bajarê xan şêxon başûrê parêzgeha Idlibê bi Mûşek û topên giran êrîşkir, di encam de 8 welatiyên sivîl hatin kuştin (5 zarok û 3 jin) û hijmarek din birîndar bûn.

Nûçegihanê Horrya press aşkere kir, ku tîmên parastina sivîl kar ji bo deverên hatîn armanckirin kir û birîndar bo nexweşxaneyê ji bo dermankirinê veguhastin.

Zarokek ji zarokên gundê Hewîce Al-sela û kelha madîq li başûrê parêzgeha Hamayê birîndar bû di encama êrîşkirina gundî bi mûşekên hawinê ji aliyê hêzên Esed yên li gundê El-Karîm li deşta El-xab dimînin.

Hêzên Esed bi mûşekên giran êrîş li ser bajarokên Tah û Umm Celal li gundên bajarê Ma’arat al-Nu’man li başûrê parêzgeha Idlibê kir ,duh pênşembê, bê ku çi birîndar di nav sivîlan de bikevin.

Zêdebûna êrîşkirinên hêzên Esed li ser herêmên gundewarê başûrê Idlibê û Hama a başûr piştî Civîna sêalî, di navbera ‘Tirkiye, Rûsya, Îran” de li ” Soçiyê ” a Russiayê li ser karûbarên Sûriyê, li wir partiyan hewldan ku rêkeftina Idlibê cîbicîbikin.

Di çend rojên borî de topbaranên hêzên Esed li ser bakurê rêzgarkirî ne rawestiyaye, bi dehan kuştî û birîndar di nava sivîlan de ketin, ya ku dibe hesibandin binpêkirina berdewam ji peymana ” Soçiyê ” de ya agirbest li ser rawestandina agir û avakirina herêma çek jêbirî di navbera rejîma Esed Û komên Serhildêran de.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل