Pêleke befirbarînê kampên penaberên Sûriyan li Libnanê digire

فريق التحرير14 فبراير 2019آخر تحديث :
Pêleke befirbarînê li kampa Wadî Arnab /Arsal digire – Mihemed El-Abdullah

Arsal – Horrya Press:

Pêleke befirbarînê kampên penaberên Sûrîyeyê li bajarokê Arsal a Libnanî digire, roja pêncşemê, di dema ku ev kamp di jiyanekî mirovahîyê zehmet de dijî, bi kêmbûna alîkariyên mirovahî û xwarin û dermanan.

Çalakvanan vîdyoyek li ser “Facebook”ê belavkirin، befirbarînê li kampên Arsal û li ser seranserê gelî nîşan dide, û Fotografên din li kampên din ên ku li nav bajêr de dimînin nîşan dide.

Bahoza berfrê ” Norma ” kampên penaberên Sûriyê li bajarê Arsal li libnanê ,di destpêka meha çila borî de, girtibû. UNHCR di raportekê de ragihand, ku 8 hezar penaber û 150 kombûnên penaberên Sûrî, zerar li wan hatin bi sedema bahoza ku Libnanê xistî, nîşan da ku zarokek ketiye hijmara winde kiriyan de.

Kampên penaberên sûrî li devera Arsalê a libnanî di werzê zivistanê de rastî bagerên berfê tên, ya ku azarên penaberên ku li konan de yan jî xanîyên ku ji tin û plastîk çêkirî de dijîn zêdetir dike, ji ber vê yekê çalakvan bangên werarhatinê bi riya toreyên çivakî berdidin .

Di van salên dawî de, gelek penaberên sûrî li Libnanê bi egera sermaya dijwar jiyana xwe ji dest dan. Di sala borî de desthilatdarên Libnanî 15 termên hişkbûyî yên penaberên Sûriyeyê yên ku hewldidan bi riya çiyayî derbasbibin li ser sînorê Libnan-Sûrîyê dîtin.

Piraniya penaberan tê dabeşkirin li ser dehên kampan li parêzgeha Al-Bekaa, ya ku bajarokê Arsal û herweha qezaya Akkar jî dikeve nav de, ev herêm hemû dikevin li ser sînorê sûriyeyê.

Di libnanê de zêdetir ji mîlyon penaberên sûrî dijîn, li gorî Komîsyona Bilind a Niştimanî ya Neteweyên Yekgirtî (UNHCR), piraniya wan li kampên sînorî de dijîn, bi mercên jiyanên xehmet.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل