daxuyaniyek li ser Komîteya destûrî ya Sûrî ya binav tê gotin

فريق التحرير13 فبراير 2019آخر تحديث :

Horrya Press:

Di xelekeke nû de ji zincîra arzankirina doza gelê Sûriyê û trajediya wê, Netewên Yekbûyî û şanderê taybet ji bo sûriyê xwe nêzîk dikin ji bo biryarê bidin li ser damezrandina komîteyekî ji bo nivîsîna destûreke nû ji Sûriyê re bi navê komîteya destûrî ya sûrî.

Daxwaziyên ji bo gelê sûriyê derketin û şehîdbûna bi sedhezaran xelkê Sûriyê nahête kurtkirin bi nivîsîna destûreke nû ji welêt re, welatiyên Sûriyê dixebitin û berdewam in li ser xebata xwe ji bo xwe rizgar bikin ji zordariya rêjîma Esed û avakirina dewletkî li ser bingehên hevwelatîbûn û dîmokrasiyê û parastina mafên mirovan.

Hewldanên Netewên Yekbûyî digel şanderê taybet ji bo sûriyê dikeve di bin berjewendîyên rêjîm û piştevanên wî de, û birîna gelê Sûriyê kûrtir dike, û bi paşguh xistina wê rastiyê ku rêjîma desthilatdar ya niha rêzdariyê li çi destûran nagire û rojek ji rojan çavgirtin ji destûr û yaseya re ne kiriye.

Tişta ku Netewên Yekbûyî û dewletên çalak di karûbarê Sûriyê de dikin dibe binpêkirin li ser biryara encumena ewlekarî 2254 nemaze benda yekê ya li ser duristkirina desteya hikûmraniya demî û pişt re pêkanîna komîsyona makezagon û hilbijartin û jinavbirina tîrorîzmê.

Koma Serhildarên Sûrîyê bi her awayekî pêkanîna komîsyona makezagonê û encamên wê digel mana rêjîma niha red dike, û bang li Netewên Yekbûyî dike ku rêzê bigire li biryara encumena ewlekarî 2254 û rêzgirtina mafê gelan ji bo diyarkirina biryara çarenivîsa xwe.

Koma selhilderên sûriyeyê pabendbûna xwe bi peymana Cenevre 1 wekî destpêk ji bo çareseriya siyasî tekez dike, û li ser pêwîstîya ji bo serbestberdana hemû girtiyan ji girtîgehên rêjîma Esed de wek destpêka qûnaxeke berguhor piştrast dike.

Koma serhiderên sûriyeyê Şam12-02-2017

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل