Hevpeymanî komkujiyeke bi tirs li dijî sivîlên Dêrazorê pêk tîne

فريق التحرير11 فبراير 2019آخر تحديث :
êrîşên hewayî li ser taxên DêreZourê – Arşîv

Amjad al-Sari – Horrya Press:

hêzên hevpeymaniya navnetewî bi rêberîya Amerîka ,roja duşemê, Komkujiyeke bi tirs li rojhilatê Dêrazorê pêk anî, di encama êrîşkirina wê li ser paşmayên dawî ya di bin kontrola rêxistina dewleta îslamî “DAIŞ”ê de bi topan û êrîşên esmanî hejmarek ji welatiyên sivîl hatin kuştin, di nav de jin û zarok jî hevûn.

Çavkaniyên herêmî ji Horrya press re diyarkirin, ku deh kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan wek jimara destpêkê berv zêdebûnê diçe, û bi dehan birîndar bûn piraniya wan jin û zarok bûn, di encama êrîşên esmaniyên dijwar ji aliyê balafirên hevpeymaniya navnetewî li ser bajarokê “Albaxor”, ya di bin kontrola rêxistina Dewleta Îslamî ”DAIŞ” li rojhilatê Dêrazorê.

Çavkaniyan diyarkirin ku hêzên hevpeymaniya navnetewî bi top û moşekan kampeke sivîlan li derdora gundê “Albaxoz” êrîşkir, ku di encamê de bi dehan hatin kuştin, di nav de jin û zarok hebûn, û hejmareke mezin ji konan şewitîn.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku perçeyên ro mayî di bin kontrola rêxistina ”DAIŞ”Ê li rojhilatê Dêrazorê, ji doh ve û heta niha rastî sedan ji êrîşên esmanî hatiye, di heman demê de milîsên Sûriyeye dîmoqratík “QSD” cenga dawî li dijî rêxistina ”DAIŞ”Ê di paşmayên dawî de li rojhilatê Firatê ragihand.

Ajansa ”Amaq” a girêdayî bi rêxistina Dewleta Îslamî ” DAIŞ ”ê ve, ragihand ku 100 kesên sivîl bi kêmanî ji xelkên gundê “Albaxor” hatine kuştin û birîndar kirin, piraniya wan jin û zarok bûn, di encama êrîşekî esmanî û topan ji aliyê hêzên hevpeymaniya navnetewî li ser herêmê .

Di wê çarçoveyê de, mîlîsên ” QSD ” dest bi şerên xwe li dijî rêxistina ”DAIŞ”Ê kir, piştî navberek ji çend rojan, ku wê dest bi hêrîşekî erdê di bin qapaxa esmanî ji aliyê hêzên hevpeymaniya navnetewî li ser parçeyên mayî di bin kontrola rêxistinê de li rojhilatê Dêrazorê kir.

Malperên nêzîkî rêxistina “DAIŞ”ê ragihandin, ku şervanên rêxistinê, hêmanên milîsên “QSD” bi du otomobîlên bombekirî û êrîşên xwekuj êrîş kirin, di encam de çar endam ji “QSD” hatin kuştin.

Rêxistina dewletê ragihand ku 25 endamên mîlîsên ”QSD ” hatine kuştin û birîndar kirin, piştî ku komên wan li derdora gundê “Albaxor” devera “Al-Sosa” li gundewarê Dêrazorê bi çar moşekan hatin êrîşkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, milîsên hêzên sûriyeye dîmoqratîk “QSD” bi piştgiriya hevpeymaniya navneteweyî ,şemiyê, ragihand, ku hêzên wan wê dest bi êrîşekî li dijî deverên di bin kontrola rêxistina Dewleta Îslamî “DAIŞ” li Sûriye de bikin, û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 29 January ragihandin bû, ku ew bawerin ku rêxistina “DAIŞ” wê herêma dawî ya di bin kontrola wê de di heyama du hefteyan ji dest derkeve.
* Wergêr: Samya lawand
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل