Vekirina yekem navenda bêberamber li Cerablisê ji bo pêşkêşkirina endamên pîşesazî

فريق التحرير7 فبراير 2019آخر تحديث :
Pî û destên pêşesazî di alavên nûjen de tên çêkirin-Lens: Mehmûd Ebo El Magid – Horrya Press ©

Mehmûd Abu El-Magid – Horrya press:

Li bajarê cerablisê rojhilatê parêzgeha Helebê, Navenda ‘Kuwait a endamên pêşesazî yê” hat vekirin û ya ku yekemîn e li herêmê, ya ku xizmetan ji bo kesên endamên xwe windakirîn (kesên bê pî û dest).

”Rîda Abu Al-Bara” peristar û pispor bi çêkirina endamên pîşesazî li navendê di daxuyanîyekî ji bo Horrya press got :” navendê dest bi pêşkêşkirina xizmetan ji bo nexweşên ku çeng û piyên xwe windakirîn kir, piştî pîvanan dibin em wan zixmeta bê beramber pêşkêşdikin ji bo nexweşan, û ev endam bi alavên nûjen têne çêkirin. “

Wî destnîşan kir ku ” madeya ku tê êxistên Başe ji bo laşê mirovan, û ew hatiye çêkirin ji bo hilgirtina barên giran, herweha barê wê sivike da nexweş bikare xwe guncanbide, û dayîn ew beşê ku li ser çokê tê danîn û ji madeya (Alrizin) pêk tê, û pî ji bafûnê û madeyên din tê çêkirin, û ling cureyên wê hene (spor û normal), li gorî sirûştiya xaka welatê nexweş têda dijî”.

“Abu Al-Bara” tekezkir ku hatinekî baş li ser navenda ku deriyên xwe ji nêzîkî du heftiyan vekiriye heye, ya ku dest bi pîvanan ji bo nexweşan bir da ku endamê pêşesazî li gorî wan were çêkirin.

Odeya çêkirina endamên pîşesazî û wergirtina pîvanan – Lens: Mehmûd Ebo El-Magid – Horrya Press ©
Proseskirina endamên pîşesazî piştî wergirtina pîvanan – Lens: Mehmûd Abo El-Magid – Horrya Press ©

Ji alîyê xwe ve “Salim El-qusîrawî” yek ji koçberên bajarê Homsê li cerablisê diyarkir, ku wî lingê xwe yê çepê windakir di encama hêrîşekî ji aliyê hêzên rêjîma Esed ve li ser taxên Homs a kevnar.

“El-qusîrawî” amaje kir ku navendê hêvî û omîdên wî bi rêveçûna ser piyan lê vegerand, bi taybetî ji ber xizmên wan bê beramberin, û piraniya kesên endamên xwe windakirîn nikarin bikirin, navend baştirîn aliye ji aliyê tiştên pêşkêşî nexweşan dike, li gorî gotinên wî.

Odeya çêkirina endamên pîşesazî û wergirtina pîvanan- lens : Mehmûd Ebo El-Magid- Horrya press©
Navenda yekem e li cerablisê- lens : Mehmûd Ebo El-Magid – Horrya press©

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل