“Cerba” planek ji bo devera ewlehiyê amadedike…û Tirkiya danûstandinê bi hemiyan re dike

فريق التحرير5 فبراير 2019آخر تحديث :
Endamên “hêzên El-nixba” ya ku Ahmed Cerba serkirdayetiya wê dike- Çavkaniya: Teyar El-Xed

Yasser Mihemed – Horrya press:

Çarenivîsa devera rojhilata Firatê berv alozîyê ve diçe piştî daxuyaniya serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji têkçûna gihandina peymanekî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re, ya ku serokê wê heftîya borî de biryara vekêşana hêzên xwe ji herêmê bê damezrandina planekê ji bo ewlekariya deverê.

lîstikvanên navnetewî û herêmî li hev kirin li ser pêwîstiya avakirina “herêmeke ewle” bi dirêjahiya 500 km û bi kûrahiya 32 km li ser sînorê tirkî-sûrî, lê ew li ser mekanîzma damezrandina herêmê û partiya ku wê bi rêve bibe li hev nekirin e ta niha. Bi israra Tirkiyeyê ku bimîne alîyê kontrolkirî ji bo misogerkirina ewlekariya neteweyî bi riya dûrxistina milîsên “Karkerên Kurdistanê”, ya hemareng li herêmê, û redkirina Washington, Rûsya û rejîma Esed ji wê senaryoyê re.

Piştî ku gotegot hatin belavkirin li ser gihiştina Tirkiyeyê bo têgihiştinekî bi Dewletên Yekbûyî re li ser vê mijarê, serokê tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja sêşemê redkir, û got ku wî hê planek ji bo avakirina herêmeke ewle li bakurê rojhilatê Sûriyê ne dîtiye, piştî sê heftiyan ji pêşniyara Donald Trump Serokê Amerîkayê ji bo afirandina vê Herêmê.

Erdogan li hevdîtina xwe bi fraksyona parlamenî li partiya xwe Akp’ê berdewamkir، û da zanîn ku :” çi planekê girîng bi şêweyekî berdest li ser me ne hatiye pêşkeş kirin …me pêgirî bi rêkeftinên xwe hene, û sozê me sozin, Lê sînorên hedara me hene. “

Lê serokomarê Tirkiyeyê biryardariya xwe li ser “herêma ewle” ya ku li Sûriyeyê di bin kontrola Tirkiyeyê de were damezrandin nûkir, û di heman demê de mediyayên ragihandinê diyar kirin ku Ahmed jarba serokê “Teyar El-xed a sûrî” planek ji bo misogerkirina ewlekariya wê herêm pêşkêşkir.

Di Rojnameya “Al-Şerq Al-Ewsat ” di hejmara wê ya îro de hat gotin, ku jarba bi Washington, Enqere û Hewlêrê re kar ji bo pêşxistina planekî ji bo belavkirina 10 hezar şervanên kurd û ereb li “herêma ewle” ya ku Amerîka û Tirkiyayê kar danîne ji bo amadekirina wê li rojhilatê Firatê.

Rojnameyê diyar kir ku pêşniyara Cerba li ser kar dike û ji bo wê geştek ji serdanan di navbera Hewlêr û Enqereyê û rojhilatê Sûriyê pêkanîn, bi armanca “tijekirina valahiyê, û berjewendiyên hevbeş di navbera çend aliyên herêmî, erebî û navnetewî de”, û li gorî çavkaniyên dîplomatîk yên agahdar li ser naveroka danûstandinên di navbera Cerba û karbidestên Amerîka û Tirkiyê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, rojnameyê got ku “ew pirsgirêka sereke ya li pêşiys projeyê Amerîkayî- Tirkiyê ji bo avakirina herêma Ewle çareser dike”.

Û li gorî plana Cerba divê 8 heta 12 hezar şervan hebin ji “hêzên El-nixba” ya erebî û “pêşmerge” yên Kurdên Sûriyê yên li Kurdistana Iraqê hatine perwerdekirin di navbera çemên Dîcle û Firat de bicih bibin, û li gor çavdêrên pêşniyarê ku pêşniyazê nakokiyên netewî li berçava girtine, ku tê divê hêzên erebî li Girê Spî ya girêdayî Reqayê û Serêkaniyê ya ser bi Hesekê bicih bibin, û Pêşmerge di navbera Sêmalka ya li ser Çemê Diclê û Qamişlo de bicih bibin.

Bi vî awayî; rojnameya “Jeroen” got, ku bo yekemîn car her ji dema birîna peywendiyên dîplomatîk di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, ku niha şandeka Tirkiyê ya pêkhatiye ji rayedarên ewlehiyê danûstandinan li paytexta Rûsya Moskowê digel Şandeka ewlehiya rejîma Esed li ser pêkanîna herêmeke ewle û cêbicêkirina (peymana Edeneyê) dikin.

Rojnameyê diyar kir ku hevdîtin bi sponseriya Rusiyan dibe ji bo aktivkirina (peymana Adana) û şiyanên avakirina herêmeke ewle ji aliyê Tirkiyê li ser sînorê bakurê Sûriyê bi kûrahiya heta 30 km, ji encama vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, û Rûsiya piştgiriya vê senaryoyê dike û Serok Rûsî Putin bi xwe li vê dawiyê behsa peymana Adana kir bi armanca duristkirina herêma “ewle”, û herwiha daxuyaniyên Serokê Tirkiyê yên pêr li ser pêwendiyên ewlehî yên “nizm” di navbera Tirkiyê û rejîma Esed de li ser asta ewlekariyê de, derfetên lidarxistina wek vê hevdîtinê xurt dike.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل