Sûriya: Xwepêşandanên dijwar li kampa “Al-Hol” li Hesekê derketin

فريق التحرير3 فبراير 2019آخر تحديث :
Kampa Al-Hol dikeve li gundewarê Hesekê ya rojhilat – Arşîf

Horrya Press:

Xwepêşandanên gerim li kampa “Al-Hol” li rojhilatê parêzgeha Hesekê, roja şemiyê، derketin ji bo nerazîbûna xelikê li dijî nebûna xizmet û kêmbûna çavdêriya tendurustî ya xirab li kampê, ya ku bo sedema mirina zarokekî piçûk ji serma di rojên borî de.

Çavkaniyên herêmî li kampa Al-Hol ji bo Horrya press dan zanîn ku gelê kampê ya ku ji hêla milîsên “QSD”ve tê kontrolkirin, di rewşên mirovahîyên dijwar de dijîn, di heman demê de nebûna bingehên sereke, û zêdebûna koçberan beramber kêmbûna konan.

Çavkaniyên herêmî berdewam kirin ku xwepêşandan hatin kirin piştî ku rêveberiya kampê ya girêdayî bi mîlîsên kurdî ve guhdan ne dan daxwazên mirovên jicîhûwarkirî bi peydekirina hêmanên jiyanê, bi taybetî ji ber zêdebûna penaberên ku ji herêmên di bin destê Dewleta Islamî li rojhilatê Dêrazorê dijîn.

Koçberên kampa Al-Hol rastî pirsgirêkên dijwar ji aliyê kesên bi karê kampê radibin tên, û dem bi demê de tên durpêçkirin ji aliyê milîsên kurdî ve yên ku herwiha bi hilmetên girtinê jî di nav kampê de radibin, û girtiyan bero deverên nenas ve dibin.

Ajansa “Furat Post” ragihand ku zaroka bi navê “Awf Mixlif”, ya ku temenê wê bi tenê şeş ​​meh bûn, duh li kampa Al-Hol bi serma û kêmasiya xizmeta tenduristî mir.

Wezareta Tenduristiya Cîhanê berî çend rojan ragihand, li ser hebûna çend raportan li ser mirina bi kêmî ve 29 zarokan li kampa Al-Hol ya koçberan li bakurê-rojhilatê Sûriyeyê, di 8 hefteyên dawî de, yên ku ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan diyar kir.

Rêxistinê di daxuyaniyekê de diyarkir ku “kêmanî 23 hezar kes gihiştine kampê du vê demî de, ya ku bo sedema zêdebûna nişteciyan bi şêweyekî mezin”, û bangewazî li hemû partiyan kir ji bo vekirina rê ji bo hatina alîkariyën mirovahî ji bo rizgarkirina jiyana hezaran.

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل