Zarokên bakurê Sûriyê qurbaniyên bombebaran û nexweşiyê ne

فريق التحرير29 يناير 2019آخر تحديث :
Mistefa El – Îbrahîm li ser Kursiyê kêmendaman – Lens: Mistefa Abu Ereb – Horrya press ©

Mistefa Abu Ereb – Hama – Horrya press:

Zarokê bi navê ” Mistefa Ahmed Îbrahîm ” ji bajarokê “Kvrenbaudh” li gundewarê parêzgeha Hamayê ,bakur, yê ku temenê wî bi tenê 11 salin bi êşekî dijwar ketiye ta bijîşk jî neşiyan êşa wî diyarbikin, rewşa wî a tendirustî roj bi roj xirabtir dibe, û bavê wî bêzar dimîne ji ber ku nikarê kurê xwe bero welatekî din ve bibe ji bo diyarkirina nexweşiyên wî, bi sedema rewşa wan ya aboriya xirab.

“Ehmed Ibrahîm” bavê Mistefa di daxuyanîyekî de ji bo Horrya press got ku kurê wî sax û tendurust bû. Wî xwendina xwe di polên yekem û duyem de li dibistana Kvrenbaudh xwendin beriya koçberbûna wan. Û piştî vegerandina wan ji bo bajêr piştî koçberbûna sê salan, tendurustiya wî hêdî hêdî xirabtir bû, ew erdê diket û tenê bi alîkariya kesek din dikarî rabe, piştî ku bi tenê bi rêve diçû û bi hevalên xwe re dilîste.

Bijîşkan nikarîn nexweşîya wî binerxînin, û tendurustiya wî roj bi roj xerabtir dibe. – Lens: Mistefa Abu Erebrab – Horrya Press ©

Bavê zarokî Berdewam kir, ku rojekî balafirên rejîma Esed nêzîkî mala wan bombeberan kir, û ji tirsa Mistefa ket ser erdê û hêdî nekarî bilivlive, û ji wê rojê ve li ser vê rewşê ye, û nikare bisekine an jî rêve biçe, û nîşan kir ku kurê wî tenê ye btevilo şeş keçikan re.

“Îbrahîm”, diyar kir ku wî kurê xwe bo nexweşxaneyên Bakurê Sûriyê veguhest, di heman demê de doktoran nekarîn rewşa wî nerxînin, û ta niha çi derman ne wergirtiye, û anî ziman ku kurê wî bêzar dibe ji bo mayîna wî gelek caran jî di mal de, carnan wî deynê li ser Kursiyê kêmendaman ji bo bi hevalên xwe re bilîze.

Bavê zarokî diyar kir, ku rewşa wan ya aborî gelek dijware, û nikarê kurê xwe yê yekane derman bike, û di werzê zivistanê de çi karî jî nakê ji ber zehmetiyên peydakirina kar, lê di havînê de bi karê çandina erdê dixebite, û wî 5 hektar darên zeytûnan hebûn, lê ji destpêka şoreşa Sûriyê de ji dest da, ji ber bombebaranên hêzên rêjîma Esed.

Bavê zarokî di dawiya axavtina xwe de got, ku mala wî tim dihat bombebarankirin, û niha di odeykî û aşxanekî de yên ku ji bermahiyên mala wî a hatî bombebarankirin û beşek mezin ji ew hilweşiyan de dijî, ji ber bombebaranên hêzên rêjîmê de, bi hêviye ku alîkariyek ji bo wan were da bikarê kurê xwe bibe welatek din ji bo bidestxistina derman.

Bavê Mistefa, rewşa wî ya aborî pir dijwar e, û nikare ku tenê kurê xwe derman bike – Lens: Mistefa Abu Erebrab – Horrya Press ©

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل