Gefên rêjîma Esed li ser bakûrê Hamayê dibe sedem ji bo peydabûna pêleke nû ya koçberiyê

فريق التحرير27 يناير 2019آخر تحديث :
êrîşek bi moşekan Li ser bakurê Kafr Zeita li bakurê Hamayê – lens : Welîd Abu Hemam-Horrya Press ©

Welîd Abu Hemam – Hama – Horrya press:

Rejîma Esed dest bi zêdegavên moşekî li ser devera bakûrê parêzgeha Hamayê li nêzîkî du heftiyan, bi taybetî li ser bajarên “Kafr Zeyta” û “Al-Lataminah” û bajarokê “Mork”, li gel hinek ji gundên derdorê, bi bikaranîna topan û roketên moşekan.

Ev zêdegav piştî çend mehan tê ji peymana devera çek jêbirî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, û bi vegerandina aramiyeke demkî li ser van deveran.

Lê belê, rejîma Esed piştî vegerandina gelek ji welatiyên koçber ji bo mal û erdên xwe dest bi bombebaran kir, û mefa ji aramiya deverê wergirt, û dest bi çalakiyên xwe kir.

“Madîn Xelîl” serokê encumena xwecihî li KafrZita Ji bo Horrya press da zanîn :” Piştî ku rejîma Esed ji çend rojan ve dest bi êrîşên xwe li ser deverê kir, me şandek ji hemû deveran çêkir ji bo dîtina efserê Tirk li Murka, Me ji wî re got ku rewş nayê qedandin, bi taybetî jî hemû tişt li ber çavên wan e, û ji ber ku ew yek ji berevanên paşê bûn ji rêkeftinê. “

Êrîşên moşekî Li ser bajarê Kafr Zeita li gundewarên parêzgeha bakurê Hamayê -Lens: Walîd Abu Hemam – Horrya Press ©
Êrîşekî bombekirî bajarê KafrZita armancdike-Lens: Walîd Abu Hemam – Horrya Press ©

“Xelîl” Berdewam kir û amaje bi wê çendê kir ku tiştên li herêmê berû xerabiyê ve diçin, bi taybetî piştî rûdana şehîd û birîndaran, ji bilî wêrankirina malan, piştî ku bi vegerîna 1500 ji malbatên bajêr zindîtî lê vegeriya, tekez kir ku “Tevgera koçberbûnê carek din li bajêr vegeriya û eger topbaran berdewam be Bajar wê vala bibe “.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê serokê encamena xwecihî li bajarê Al-Lataminah ragihand ku bajar ji aliyê rejîma Esed ve hatibû binçav kirin, û diyar kir ku li bajêr ji bilî sivîlan kesek tuneye, diyar kir ku nêzîkî 1000 malbatan vegeriyane, lê belê zêdgriya dawiyê bo sedema koçberbûna hindek malbatan, amaje kir ku metirsîn li cem nişteciyan peyda dibe ji berdewamiya bombebaranan li ser bajêr, ku dibe sedema nekarîna jiyana xelkê têde û vegerin li jiyana kampan.

Nivîsgeha ragihandinê li beşê “serbazên Al-Iza” diyarkirin ku “rejîma Esed ji çend heftiyan ve berdewamiyê dike bi anîna hêzên leşkerî ji hêz û milîsên piştgiriya wan dike ji bo rexên herêmê, tişta ku dibe despêka çalakiyekî leşkerî li herêmê.
التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل