Tentene.. Pêşeyeke ji hêla jinên Hemayê ve careke din tê nûjenkirin

فريق التحرير24 يناير 2019آخر تحديث :
Cilên ji bo zarokên piçûk ji hiriyê hatîne çêkirin – Lens: Mistefa Abu Erab – Horrya Press ©

Mistefa Abu Erab – Hama – Horrya press:

Hinek jinên ku li çiyayê Shehshabo, li gundewarê parêzgeha rojavayê Hamayê dijîn, karê pîşesaziya tevnê yan jî “tentena hiriyê bi derzokê” nûjendikin, bikaranîna amûrên hêsan da ku pertalên xweşik çêbikin û li sûkê bifroşin.

Ew dibe karsaziyeke ji bo anîna rizqî ji bo piraniya jinên ku mêrên wan winda bûne û çi lêvegerên wan yên aborî nîne da ku li zarokên xwe bikin û dewlemendiya wan bidin wan, û ne tenê ew e, lê arezoweke ji bo jinên din yên kêfxweşiyê bi kargerek kêrhatî wisa dibînin.

“Xilod um Ehmed” di daxuyanîyekî de ji bo Horrya press got ku ew ji du salan ve karê tentenê de dixebite, û tevna kirasên keçên piçûk û kumên xweşik bi cilêkên mêzeyan çêdike, bi hinek tiştên ku di kar de têne bikaranîn. Ew neçare ku karên wesa bike ji ber ew bêmêr e û zarokên piçûk hene, wê çi çareserî nebû ji bilî berê xwe bide pîşesaziya tentena hiriyê da ku bi rêya wê rizqî ji bo zarokên xwe bîne heta ku kêm jî be, li gorî gotina wê.

“Um Ahmed” Berdewam dike û dibêje ku ” werzê zivistanê dibe werzê rêsandina tentena ji tiştên gelekî pêwîst, em bi tentena pertalên xwe dixebitin û tê firotin ji bo têberan û ji bo bazirganên cilan jî”, diyar kir ku ew ” pîşe karekî westîyaneye û dibe sedema êşa piştê jî, lê ez wê wekî karekî xweş dibînim dema ku bi jinên din re dicivin û dest bi kar dikin ‘

Cilên ji bo zarokên piçûk hatin ç
Çerçevên tentenekirî ji bo xemlandinê – Lens: Mistefa Abu Ereb – Horrya press ©

“Ibtîhal”, ji aliyê xwe ve got ku rêstina hiriyê sebaret bi wê ji çend salan ve pîşeya wê ya herî qenc e, ku pir balkêş dibîne, û li gor gotina wê ku hest bi xweşiyê dike nemaze li zivistanê li dema li pişt sopeyê dirûnê, dest bi tevnê dike piştî bidawîkirina karê li nav malê.

Û diyar kir ku ew ne ji bo firontinê radibe bi rêsandin û tentene hin cilûbergan mîna Kum û pêlavên biçûk yan aksisorawan ji bo zarokên xwe û tevlî rêsandina doşekan bi tenê ji mala xwe re.

Hêjayî gotinê ye ku pîşeya rêstina hiriyê, li salên dawî yên şoreşê derket holê, û gelek jin vî karî wekî çavkaniyeke kar û kedê bikartînin ji ber desttengê, û mirina xwediyên wan.

Cilên ji bo zarokên piçûk hatin çêkirin – Lens: Mistefa Abu Erab – Horrya Press ©

* Wergêr: Samya lawand

التعليقات

عذراً التعليقات مغلقة

    عاجل